Li Qamişlo û Hesekê bîranîna şehîdan
Xelkê Qamişloyê 91 şervanên ku sala 2014'an di pêngava rizgarkirina Til Berak û Til Hemîsê de şehîd bûn, bi bîr anî. Li Hesekê jî cenazeyê şehîdekî hate veşartin.
Xelkê Qamişloyê 91 şervanên ku sala 2014'an di pêngava rizgarkirina Til Berak û Til Hemîsê de şehîd bûn, bi bîr anî. Li Hesekê jî cenazeyê şehîdekî hate veşartin.
Merasîma bîranînê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê pêk hat. Gelek kes tevlî merasîmê bûn. Li qada bîranînê posterên 91 şehîdan û şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin daliqandin.
Merasîma bîranînê piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê Cevahîr Osman diyar kir ku bi Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd re şerê man û nemanê tê meşandin.
Cevahîr Osman anî ziman ku di vî şerî de divê ew weke gel û malbatên şehîdan wezîfeyên xwe bi rengê ku hêjayî şehîdan be bi cih bînin.
Cevahîr Osman her wiha destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi belavbûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguheriye şoreşa gelan û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.
Cevahîr Osman diyar kir, dewleta Tirk a dagirker ku nekarî li ber berxwedana gerîla bisekine ji Zapê vekişiya û got, "Ev serketin serketina ewladên me ye, serketina şehîdên me ye."
Di merasîmê de zerfên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo malbatên 91 şehîdan hatin amadekirin, radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Dawiya sala 2013'an destpêka sala 2014'an li navçeyêyn Til Berak û Til Hemîsê yên Qamişloyê di pêngava rizgarkirinê de ya li dijî çeteyan hate meşandin, piraniya wan ji Qamişloyê gelek şervan şehîd bûn. Herdu navçe sala 2015'an hatibûn rizgarkirin.
LI HESEKÊ MERASÎMA VEŞARTINA ŞERVANEKÎ
Li gundê Dawûdiyê yê Hesekê jî cenazeyê şehîd Birûsk Botan hate veşartin.
Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Dijwar pêk hat û tevî koçberên ji Efrînê her wiha endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî merasîmê bûn.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Ebdullah diyar kir ku heta afirandina jiyaneke bi rûmet û azad wê li ser şopa şehîdan bin.
Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Canda Ehmed jî belgenameya şehadetê ya Şehîd Birûsk Botan xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê Şehîd Birûsk Botan li ber dirûşm û tilîliyan hate veşartin.