Şêniyên Girkê Legê çalakiya li Sêmalka wergirtin
Di roja 95’emîn a çalakiya li Sêmalka de şêniyên Girkê Legê çalakî wergirtin.
Di roja 95’emîn a çalakiya li Sêmalka de şêniyên Girkê Legê çalakî wergirtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 95’emîn a çalakiya Sêmalkayê de çûn serdana çalakiyê.
Şêniyên Girkê Legê çalakî îro ji şêniyên Çilaxayê wergirtin. Hevseroka Meclîsa Navçeya Girkê Legê Newroz Ehmed diyar kir ligel ku 94 roj derbas bûye, PDK’ê hê bersiv nedaye daxwaza malbatên şehîdan.
Newroz Ehmed got “Çalakvanên li vir diyar dikin heta ku ew cenazeyên şehîdan werbigirin wê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên Aştiyê û ciwanan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê xwestin daxwazên xwe ragihînin PDK’ê lê PDK’ê sînor girt.”