Xelkê Qamişlo li dijî PDK’ê daket qadan

Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê bi armanca şermezarkirina girtina deriyên sînor yên ji aliyê PDK’ê ve daketin qadan.

Welatiyên Kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd daketin qadan. Şênî ji Meydana El-Xelîc heta Meydana Felahîn meşiyan.

Li Meydana Felahîn endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şemsêxan Gulo axivî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî xiyaneta PDK`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê silav kirin û şehîdên Komkujiya Parisê bi bîr anîn û got: “Komploya li dijî Kurdan hîna berdewam e. Divê em li ser vê bingehê tê bikoşin.”

Şemsêxan bal kişand ser çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê û ev yek destnîşan kir: “Xiyaneta PDK`ê ji zû ve heye. Tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê dibe. Ambargoyê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike. Li hember êrişên li dijî Kurdan li Rojava û Şengalê bê deng e.”

Şemsêxan piştrast kir ku girtina deriyên sînor ên bi Başûrê Kurdistanê re ne tesadûfî ye û wiha pêde çû: “PDK nikare me ji doz û şoreşê dûr bixe. Çi dike bila bike, em hêz û vîna xwe ji şehîdên xwe digirin. Heta dawiyê em ê li dijî siyaset û komployên li ser herêmên me li ber xwe bidin.”

Her wiha di meşê de bi navê eşîrên Ereb û Kurdan şêx Hisên El-Sade axivî û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û got: “Girtina deriyê Pêşxabûr tê wateya ferzkirina ambargoyê li ser gelên herêmê.”

El-Sade daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, bajar wêran kirin, şênî koçber kirin û hewl dide fitneyê di nava gel de derxe û êrişî hemû pêkhateyên herêmê dike. El-Sade bi domdarî got: “Siyaseta tirkkirinê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne. Çekên kîmyewî li dijî Başûr bi kar tîne. Cîhan jî ji ber berjewendiyên xwe li hember van hemûyan bê deng e.”

El-Sade di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku divê gelên herêmê li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.