4'ê Nîsanê li Qamişloyê bi heybet hate pîrozkirin

Ji bo pîrozkirina rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Herêma Cizîrê li stada 12'ê Adarê ya li Qamişloyê li hev civiyan.

Ji bo 4’ê Nîsanê ya ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê bi slogana ‘Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan ‘ çalakiyek li dar xist.

Ji gelên Ereb, Kurd û Siryan bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê kom bûn. Endamên saziyên leşkerî û sivîl jî di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Koma Zîlan, Koma Tolhildan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Botan û hunermend Baran Dilbihar jî wê di pîrozbahiyê de bistrên.