Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin û şitil hatin danîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin û şitil hatin danîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cuda hatin lidarxistin û şitil hatin danîn. Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Ciwan û Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê bi wesayîtan li nav bajêr de geriyan û li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşangeha wêneyan vekirin.
Di çalakiya bi wesayîtan de bi dehan wesayît di nava kolanên sereke yên Kobanê de geriyan û piştre ber bi mala Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê ve ketin rê.
Endama Koodînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn li vir axivî û bal kişand li ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de. Hesûn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrê xwe yê azad gelê Kurd û hemû gelê blindest azad kir, lewma divê heta mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta têkoşînê were berdewamkirin.
Piştî axaftinan, çalakger çûn mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima. Kongra Star li vê malê de pêşengeha wêneyan vekir. Di pêşengehê de wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
BI HEZARAN ŞITIL HATIN DANÎN
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên herêma Firatê bi piştgiriya Gerînendeya Jîngehê ya Herêmê bi hezaran şitil danîn.
Pêngava danîna şitlan roja pênçşema derbasbûyî hatibû destpêkirin. Şêniyên gundê Seftik li herêmê şitil danîn.
Îro jî li gund û bajarên navçeya herêma Firatê pêngava danîna şitlan berdewam kir.
Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ji beriya çend hefteyan ve pêngava danîna şitlan ragihandibû. Li ser vê yekê 10 hezar şitil li navçeyên herêma Firatê hatin danîn.
DÊRIK
Di heman çarçoveyê de, Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi koordîneya Gerînendeya Parêzgehan a herêma Cizîrê bi boneya 4'ê Nîsanê şitil danîn. Bi dehan kes û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiya ku li bendava Borzê ya li başûrê Dêrikê hate lidarxistin, bûn û zêdetirî 850 şitil danîn.
Piştre li ser navê Gerînendeya Jîngehparêzê ya Herêma Cizîrê Luqman Bedir û hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Bêrîvan Hisên axivîn û daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em rojbûna Rêber Apo li dayikên şehîdan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em îro bi boneya rojbûna Rêber Apo ji bo danîn şitlan kom bûne, ji ber ku rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên azadîxwaz û jiyaneke bi rûmet e.“
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayikên şehîdan li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û goristana Diyarê Felekê li ser gora şehîd Nezîr Êzidî şitil danîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa bi boneya 4`ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, çalakiyên cuda li dar xistin.
Li navçeya Tirbespiyê vê sibê malbatên şehîdan berê xwe da goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û şitil danîn. Piştre çûn goristana Diyarê Felekê ya li gundê Etelce ya rojhilatê navçeyê Tirbespiyê da ku sardana gora şehîd Nezîr Êzidî bikin ku 1992`yan li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye. Beşdaran li ser gora şehîd Nezîr û kesayeta welatparêz ê Êzidî Hisên Hewran şitil danîn û piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.
ÇILAXA
Meclîsa Malbatên Şehîdan jî bi boneya 4'ê Nîsanê ji zarokên şehîdan re şahiyek li dar xist. Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate orgenîzekirin. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çilaxa Hisên Beşîr axivî û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn.
Beşîr destnîşan kir ku bi saya şehîdan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû zarok bi aştî dijîn, ji ber ku baweriya xwe bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne.
BAŞÛRÊ HESEKÊ
Di heman çarçoveyê de li herêma başûrê Hesekê şahî ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin. Dayikên şehîdan û zarokên wan li eywana Huriyê ya navçeyê kom bûn, piştre govendên zarokan hatin pêşkêşkirin. Di dawiya şahiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokan belav kirin.
TIL TEMIR
Meclîsa Malbatên Şehîdan bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê şahiyek ji zarokên şehîdan re li navenda xwe ya li navçeyê li dar xist.
Di şahiyê de bi dehan zarokên şehîdan û hevjînên şehîdan, nûnerên YPJ û endamên saziyên sivîl hazir bûn. Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsif axivî û got: “Em hemû şehîdan bi bîr tînin ku bi lehengî ev ax û destkeftiyên me parastin. Em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li zarokên şehîdan û gelên herêmê pîroz dikin.”
Di dawiya şahiyê de diyarî li ser zarokan hatin belavkirin.
HESEKÊ
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li navenda çandê ya Serdem a Hesekê li dar xist. Bi dehan endamên tevgerê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîdye Meî axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelên cîhanê û gelên Kurdistanê, gerîlayên HPG, girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de pîroz kir.