Dewleta Tirk Zirgan topbaran kir, kesek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker careke din Zirgan topbaran kir. Di van êrişên ku welatî rasterast bûn armanc de kesek birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê navenda navçeya Zirganê, gundewarên wê yên başûr, rojava û bakurê rojavayê wê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker navenda navçeya Zirganê û gundên wê Dadebdal, Hac Bobî, Wesfe, Um Hermela yê rojava, Niwêhat, Esediyê, Til Hermel, Rebîat, Til Werd û Projeya Sedam El-Ubeyd bi çekên giran topbaran dikin.

Di topbarana li devera di navbera gundê Til Werd û navenda navçeyê de welatiyê bi navê Mîzer Elî Mecbûb di serî û destê xwe de birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navenda navçeyê.

Her wiha ziyanên mezin gihaştin milên welatiyan.