'Kurdistan navenda têkoşînê ye'
Enternasyonalîstê Îrlandayî Aşitî Rebin destnîşan kir ku têkoşîna li Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye.
Enternasyonalîstê Îrlandayî Aşitî Rebin destnîşan kir ku têkoşîna li Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye.
Aşitî Rebin ê ji Îrlandayê anî ziman ku Şoreşa Rojava mînaka şoreşa sedsala 21'ê ye.
Endamê Tabûra Enternasyonal a YPG'ê Aşitî Rebin ê Îrlandayî diyar kir ku cara destpêkê sala 2014'an di dema şerê Kobanê de wî Rojava bihîstiye û sedema hatina xwe ya Rojava wiha vegot: "Min dît ku fikrên tu di oxira wê de şer dike li qadê guhertinan dike, rêyeke nû çêdike. Lewma min xwest tevlî bibin. Mînakeke şoreşa sedsala 21'ê ye. Bêguman fikrên Abdullah Ocalan di hatina min a vê derê de roleke mezin lîst."
HÊZA JINAN GELEKÎ BI BANDOR E
Rebin anî ziman ku demeke kurt e hatiye Rojava û destpêkê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dît û got, "Li Rojava tevgera jinê û hêza wê bi rastî jî gelekî bi bandor e. Min dît ku têkoşîna jinê teqez li refên pêş ên şoreşê ye. Li her qadê kar û piştevaniya kolektîf a jinan, dilsoziya wan a bi hev re gelekî xurt e."
MAYINA LI ROJAVA TIŞTEKÎ TAYBET E
Rebin destnîşan kir ku mayina li Rojava, dîtin û naskirina ewqas hevrêyan û bûyîna parçeyek ji jiyana kolektîf rewşeke taybet e û wiha dewam kir, "Li Kurdistanê ku navenda tevgera sosyalîst û enternasyonalîzmê ye, têkoşîn bi xurtî balê dikişîne ser enternasyonalîzmê. Bang li enternasyonalîstên li cîhanê hemûyan dikim; werin bibin parçeyek ji şoreşa me û şoreşa xwe bibînin. Têkoşîn ne tenê ji bo Kurdistanê ye, ji bo tevahiya cîhanê ye."