Li Kobanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Kobanê çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Li Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Di çarçoveya 4’ê Nîsanê de girseya gel berê xwe da Çemê Firatê ku Baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir. Welatiyan bi pêşengtiya Kongra Star qûrnefîl avêtin peravên Çem.

Piştre girseya gel berê xwe da gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê ku mala Rêbertî lê dima. Welatiyan çalakiya xwe li gund dewam kirin. Bi dehan endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdarî çalakiyê bûn ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê ve hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê hunermendan ve stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gotin.

Li aliyekî din jî Ciwanên PYD'ê yên herêma Firatê şahiyek li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan şênî di nav de endamên PYD'ê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xunav Xelîl rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurd, gerîla, şehîdên azadiyê û tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahiyê ye, ji ber ku Rêbertî ji bo azadkirina gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn tê koşiye û niha jî di girtîgeha Îmraliyê de tevî tecrîdê bi fikirê xwe yê ronîkirî tê dikoşe."

Çalakî bi dirûşmeyên  "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.