Kobanî çûn gundê Elpelûrê û bi vekirina pêşangehekê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Şêniyên Kobanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û bi wesayîtan li tevahî kolanên bajêr geriyan û piştre bera xwe dan gundê Elpelûrê, li wir pêşangeheke wêneyan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.

Bi tevlêbûneke mezin a şêniyên Kobanê û rêxistin û saziyên sivîl ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û bi rengê karwana wesayîtan li tevahî kolanên Kobanê geriyan. Piştre berê xwe dan gundê Elpelûrê ku wek gundê Rêbertiyê tê naskirin. Li wir bi pêşengiya Kongra Star pêşengeheke wêneyan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Beriya destpêkirina merasîma pêşengehê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Kongra Star Macîda Hesûn axivî û got "Di destpêkê de em bixêrhatina hemûyan dikin. Bi boneya hatina 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” de bi vê berxwedaniyê bi vê serkeftinê em ê bigihêjin rojên dîrokî.”

Macîde her wiha diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û wiha pêde çû, “Dijmin roj bi roj tecrîdê li ser Rêbertiyê zêde dike, li dijî siyaseta faşîst, gelê Rêber Apo li vir kom bûye û gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike.”

‘KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’

Macîde destnîşan kir ku divê tim di çalakiyan de bin û wiha axaftina xwe domand, “Kes nikare Roja me tarî bike, ji ber wê pêwîst e em her tim li ser piya bin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi her awayî çalakiyên xwe bidomînin.”

Macîde Hesûn di dawiyê de 4’ê Nîsanê li tevahî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir.

Piştre şêniyên Kobanê bera xwe dan nav pêşbirka wêneyan ya pêşangehê.

Wêneyên ji pêşangehê hatibûn amadekirin rastî eleqeyek mezin hat.