QSD: Dewleta Tirk wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bombebaran kir
QSD’ê ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, bombebaran kir.
QSD’ê ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, bombebran kir.
QSD’ê der barê bombebaranê de ev agahî parvekirin:
"Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, dema tevî aliyê Rûsya diçûn stasyona kehrebê ya Til Temirê ku dewleta Tirk vê êvarê topbaran kiribû, bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de Orm Marukî û wergervanê ligel wî birîndar bûn."