Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê hete pîrozkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan şitil hatin danîn û şahî hatin lidarxistin.

​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan şitil hate danîn û şahî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo bi sedan şêniyên ji pêkhateyên herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e" 4'ê Nîsanê li stada Şehîdên 12'ê Adarê pîroz kirin.  Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeş axivî û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştre endamên Yekitiya Jinên Ciwan navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada pîrozbahiyê nivisand.

Di pîrozbahiyê de komên; Tolhildan, Zîlan, Stêra Zêrîn, Botan û hunermend Baran Dilbuhar derketin li ser dikê. Piştre koma Şehîd Welat jî govend pêşkêş kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e parka 4`ê Nîsanê vekir. Di merasîma vekirinê de endama Komîteya Rêbertî ya Tebqayê Şeza El Hisên daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Hisên ev tişt got:“ Rojbûna Rêber Apo rojbûna azadî û avakirina PKK`ê ye, her wiha destpêka azadiya gelan e û roja zayîna fikra neteweya demokratîk e. Bi vî awayî rojbûna Rêbertî bû rojbûna me tevan."

Di dawiyê de dayika şehîd Mihemed El Doş, Semîre Kaûd deriyê parkê vekir û beşdaran dest bi danîna şitlan kir.

AMÛDE

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 170 şitil li Baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê navçeya Amûdê danîn. Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star û bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî danîna şitlan bûn.

TIL HEMÎS

Bi heman boneyê şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl bi dehan şitil li goristana şehîdan a navçeyê danîn. Beşdaran alên Kongra Star û saziya Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

ŞEHBA

Meclîsa Kampa Veger a li navçeya Şêrawa li kampê parka bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Her wiha şêniyên Efrînê di bin dirûşma "Bi ruhê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn " şitil danîn.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, siyasetmedarên partiyên herêma Firatê, kesayetên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dayika şehîd Hevrîn Xelef li gundê Elpelûr ku mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Destpêka şahiyê endama rêveber a Meclîsa Jinan a PYD`ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û got roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dinê, fikra azadiyê jî çêbû û îro hewl didin bi ferzkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de, vî fikrî tune bikin.

Sara Xelîl bang li gelên bindest kir ku dengên xwe li dijî faşîzmê bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bibe û pê re jî gel azad bibe.

Paşê Koma Botan û Koma Gulava yên Navenda Çand û Hunerê û Koma Dayikan a Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Firatê stran pêşkêş kirin û koma govendê ya navenda çand û hunerê ya navçeya Sirînê şanoyek pêşkêş kir.

MINBIC

Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, navenda Çand û Huner a bajarê Minbic û gundewarên wê mîhrîcana yekemîn a zarokê azad bi dirûşmeya "Bi zarokatiya xwe ez ya îro geş dikim û pêşerojê bi rêve dibim" li navenda Komîteya Çand û Hunerê  a rojavayê bajar, li dar xist.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, saziyên jin û bi dehan şêniyên bajar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Huner Mûnîra Gulzî wiha axivî: "Vaya roja 4`ê Nîsanê jinûve derket. Di nava xwe de bîranînên xweş bi xwe re anî. Ew rojbûna rêber, ronakbîr û fêlozof Abdullah Ocalan e."

Endama Komîteya Ji Rêbertî re Azadî ya Minbicê Asya Hisên, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got: " 4`ê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye. Rêber Ocalan di fikrên xwe de cihekî girîng daye zarok û zarokatiyê. Ji ber dibîne ku zaroktî bingeha berxwedanê ye û xewnên zarokan bingeha azadiyê ye."

Piştî axaftinan koma zarokan a Çand û Hunerê stranek pêşkêş kir, komên ji Kobanê jî dîlanên folklorî yên Kurdî pêşkêş kir û stranek got. Her wiha koma ji Minbicê jî şanoyek pêşkêş kir.

Li aliyekî din jî Komîteya Ji Rêbertî re Azadî ya Minbicê pêngava çandina şitlan li qada nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd da organize kir.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û saziyên jin li Minbicê beşdarê pêngavê bûn.

Piştre 598 şitil hatin danîn.

HELEB

Bi heman boneyê Kongra Star a Helebê bi amadebûna bi sedan şêniyan şahiyek lidar xist. Şahî li goristana Şehîdên Berxwedana  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şeqîf pêk hat. Di şahiyê de nûnerên YPJ, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hindirîn, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî amade bûn.

DÊRAZOR

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), li Dêrazorê pêngaveke danîna şitlan da dest pê kirin. Pêngav bi beşdarbûna nûnerên meclîsên sivîl û siyasî ji qada Meclîsa Sivîl a Herêma Sebia Kîlo dest pê kir. Di çarçoveyê de gelek şitil hatin danîn.

Di dawiyê de beşdarên pêngavê li ber avahiya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê daxuyanî da. Endamê Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdurehman Dixêvîc daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelên bindest, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: "Bi qasî Rêber Apo me tu kes nedîtiye ku analîzên kûr li ser azarên mirovahiyê pêşkêş kiriye. Rêbertî di dilê gelên bindest ê azadxwaz de hêvî çand û azadiyê wekî milkê tevahî mirovahiyê dibîne."

Di dawiya çalakiyê de dirûşmeyên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.