Sozdar Dêrik: 4'ê Nîsanê roja serhildanê ye

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik diyar kir ku demeke watedar e ku damezrandina YPJ'ê di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat û got, 4'ê Nîsanê rojeke serhildanê ye.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik li ser salvegera 9'emîn a damezrandina YPJ'ê ji ANF'ê re axivîn.

Têkildarî şert û mercên beriya 9 salan ên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, ku bûne sedema ragihandina YPJ'ê Sozdar Dêrik wiha axivî:

"Li Rojhilata Navîn di salên 2011 û 2012'an de, her wiha beriya wê di nava gelan de ji aliyê manewî, madî, siyasî û leşkerî ve zexteke giran a desthilatdariyê hebû. Ji ber ku sîstema serwer, despot bû. Lewma jî weke Rojava û gelê Kurd mirov dikare bêje ku di vê pêvajoyê de nêzîkatiyeke taybet li rastiya neteweyî hebû. Salên dûr û dirêj têkoşîn hate meşandin. Li ser Rojava bandora Tevgera Azadiyê hebû. Weke gel çend hincetên me yên esasî hebûn. Ya yekemîn di asta neteweyî de bû. Ji ber ku polîtîkaya înkar û zextê li ser nasname, hebûn, ziman û çanda gelê Kurd dihate meşandin. Partiya Baasê ya serwer di nava sîstema Sûriyeyê de jî dihate meşandin. Weke jin, hincetên me yên têkoşînê hebûn. Pirsgirêk hebûn ku li jinê dihatin ferzkirin."

Sozdar Dêrik anî ziman ku tiştên dihatin ferzkirin gelekî paşverû bûn, înkarkirina nirxên gelan, tunekirina nasnameya gelan bû. Sozdar Dêrik diyar kir ku rastiya desthilatdariyê ya nebaş li pêş çavan bû, sîstema heyî ne ya qebûlkirinê bû û got, "Bi giştî, destpêkê piştî YXK'ê di nava YPG'ê de jinan cih girtin. Ya rast bi pêşengiya jinên Kurd destpê kir. Jinên Kurd ne xerîbê têkoşîneke bi vî rengî ye. Ji ber ku ji jinên li çiyê şer dikin, mîna YJA Starê sûd werdigirtin. Ji aliyê siyasî ve jî tevlîbûna jinan, têgihiştî bûn. Li ber sîstema koletiyê radibûn, dixwestin ku bi felsefeya jiyana azad bijîn. Pîvanên ku dihatin ferzkirin ne yên qebûlkirinê bûn. Ji ber ku di nava civakê de cihekî gelekî pîroz ê jinan heye. Lê belê di nava civakê de xwedî nasnameyeke gelekî girîng nebûn. Li ser vê yekê weke jin li dijî komên çete yên Cebhet El Nûsra, DAÎŞ, OSO yên xwe li ser Rojava ferz dikirin, diviyabû me civaka xwe, biparasta. Ev refleks bi taybetî di nava Kurdan de çêbû. Nedibû ku em li malê bihata asêkirin, kincên reş, çarşef li xwe bikira. Lewma jî têkoşîna leşkerî destpê kir."

Li ser guhertina bi ragihandina YPJ'ê re jî fermandar Sozdar Dêrik wiha axivî: "Di 4'ê Nîsana 2013'an de weke YPJ me avabûna xwe ragihand. YPJ ne tenê jinên Kurd temsîl dike. Dibe ku şerê qewimî, lehengiyên rû dan çavên hemû pêkhateyan vekir, rastî dîtin û tercîha herî rast kirin. Ya em ê mîna koleyan biman, bihatina talankirin û xaka me bihata dagirkirin, nasnameya me bihata qedexekirin, nasnameya jinê bihata tunekirin, ya jî em ê li ber rabûna. Qirkirina gelekî giran dihate ferzkirin. Jinan ev yek dîtin. Di serî de li taxên me, li bajarên me, li her cihê ku lê ne têkoşînê destpê kir. Bi taybetî jinên Ereb, Suryan, Asûrî, Tirkmen û Ermen ev yek dîtin. YPJ'ê bi vê têgihiştin û rêxistinbûnê xwe kir artêşa parastina jinan û gelan hemûyan."

'YPJ ŞERÊ HEBÛNÊ BÛ'

Sozdar Dêrik ragihand ku jin ên ciwan bi baldarî nêzî têkoşîna li dijî komên çete bûn û got, "Ji her neteweyê, baweriyê, fikrî û baweriya azadiyê jin bi xeta azadiyê re dilsz bûn. YPJ gav bi gav bû pîvana azadî û civakîbûnê, bû hişmendiya parastina xwe, xak û civaka xwe. Ya rast mirov dikarin YPJ'ê bi vî rengî pênase bikin; şerê hebûnê, şerê parastinê yê rewa bû. Şerê parastinê yê xwe û civakê bû. Ev yek weke tiştekî baş hate qebûlkirin. Di nava civakê de nêrînên cuda hebûn. Ji ber ku weke ku tevlîbûn li nava têkoşînên din çêbûbû. Di nava Tevgera Azadiyê de hem ji jinan hem jî ji mêran şehîd hatin dayin. Lê belê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di vê astê de şerekî çekdarî nemeşandibû. Bi hezaran ciwan û jinên Kurd, Ereb, Suryanî bi hev re şer nekiribûn. Ev tiştekî nû bû. Şoreşeke piralî bû. Ya ku YPJ'ê kir şoreşa civakî bû."

Sozdar Dêrik destnîşan kir ku YPJ bû sembola berxwedanê û wiha dewam kir, "YPJ ne tenê ji bo jinên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo jinan hemûyan bû hêvî. Tevlîbûnên ji salên 2014-2015-2016 û vir ve ji bo jinan hemûyan bû hêvî. Jin bi zext û zordariya lê dihate kirin hesiyan. Jinan xwe bi rengê YPJ'ê îfade kirin. Di nava YPJ'ê de hîn bû ku şer bike, xwe bi pêş ve bibe."

Fermandar Sozdar Dêrik got, "Niha li nava YPJ'ê hebûna hevalên me yên enternasyonal, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û Tirkmen ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

'EM Ê NEHÊLIN DAGIRKER LI SER XAKA ME BIMÎNIN'

Fermandar Sozdar Dêrik bal kişand ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got, "Ya ku li xaka me ya dagirkirî diqewime komkujî, qirkirin e, teroreke giran e. Êriş li dijî xaka me, xweza, gorên şehîdên me, dayikên me, xwişk û birayên me, bavên me, zarokên vê xakê têne kirin. Ji bo rizgarkirina xaka me ya hatiye dagirkirin çi pêwîst be em ê wê bikin. Di vê mijarê de em ê têbikoşin, şer bikin. Di vê mijarê de weke YPJ erk û berpirsyarî dikevin ser milê me. Lewma em dibêjin têkoşîn û em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Soza me ya esasî ev bû û hîn jî em li pey vê soza xwe ne. Em ê nehêlin ku dagirker li vê xakê bimînin. Em ê jiyanê li wan biherimînin. Ji ber ku ev der cihê wan nîne. Ev xak, ev gel, dar, xweza ya dagirkeran nîne. Em YPJ û YPG di serketinê de bi biryar in."

'ROJBÛNA RÊBERTÎ ROJBÛNA ME YE'

Ji fermandariya YPJ'ê Sozdar Dêrik bi bîr xist ku 4'ê Nîsanê di heman demê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Ji ber ku rojbûna Rêbertî û damezrandina YPJ'ê di heman rojê de ne, ev yek ji bo me hişmendiyeke nû ye, hewldanek ber bi jiyana azad e, jinûve jiyan e, roja jinûve serhildanê ye. Rojbûna Rêbertî rojbûna me ye. Em li gelê Kurd, gelên cîhanê, gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi bawerî û biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têkoşîneke mezin bimeşînin. Di vê oxirê de em ê kar û têkoşîna xwe mezintir bikin."