Li Kobanê 4'ê Nîsanê bi coş û girseyî hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hate nîşandan.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hate nîşandan.
Ji bo pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan kes li gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê li hev civiyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nûnera jinan a PYD'ê bi navê Sara axivî û got, "Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd li tevahiya gelan pîroz dikin."
Nûnera PYD'ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ya ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest li zindanê jî di nava şert û mercên giran de dewam dike.
Di dawiya axaftina xwe de nûnera PYD'ê got, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin, em ê her tim çalakiyên xwe dewam bikin."
Di peymana ciwanên enternasyonal de jî hate ragihandin ku rojbûna Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên cîhanê hêvî ye, rojeke bi wate ye û hate pîrozkirin.
Di şahiyê de Koma Botan û komên ji çand û hunerê ya Mezopotamyayê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.