Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şitlên daran hatin çandin

Bi boneya 4’ê Nîsanê 73’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi hezaran şitlên dar hatin çandin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi çalakiyên curbecur hat pîrozkirin.

HESEKÊ

Li Kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi dehan kes ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gel hev û 73 şitlên daran çandin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê, bajarok û gundên wê ji aliyê Şaredariya Gel ve pêngavek ji çandina 5 hezar şitlan hate destpêkirin. Heta niha du hezar dar li Sîker, Qeremane, Til Heta û Xenamiyê hatine çandin. Ev dar bi taybet li parka Kurdistanê ya navçeyê û li ser rêyên Hesekê û navçeyên wê hatin çandin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbesipiyê Parka 4 Nîsan hat vekirin. Parka ku bi dehan kes lê amade bûn ji aliyê Sûad Mistefa dayika jina Kurd a siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku di encama êrîşa hovane ya dewleta Tirk de hat qetilkirin hate vekirin. Li qada parkê ya navçeyê dar hatin çandin.

ÇILAXA

Li Çilaxa jî bi dehan kes tevlî çalakiya bi heman rengî bûn. Şêniyên navçeyê li bendava Zexîre kom bûn û li derdora bendavê dar çandin.

GIRKÊ LEGÊ

Endamên rêxistinên sivîl ên navçeya Girkê Legê bi boneya 4’ê Nîsanê 200 şitlên dar li gundê Helîq çandin.

HELEB

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li Parka Jidayikbûna Azadiyê ya li rojhilatê Taxa Şêxmeqsûdê gelek dar çandin.