Di nava çeteyan de pevçûn: Li Girê Spî 8 û li Efrînê jî 5 çete mirin

Li Girê Spî ya dagirkirî 8 çeteyên Sultan Murat hatin înfazkirin. Li Efrînê di şerê navbera komên çete de 5 çete hatin kuştin.

Di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer û pevçûn. Li bajaroka Silûk a Girê Spî ya di bin dagirkeriyê de 8 çete hatin înfazkirin. Hate zanîn ku cenazeyên çeteyên bi navê Sultan Murat ji Xidir El Ehmed El Salim, Setof El Ehmed, Ezawî Îbrahîm El Ewad, Ewad El Haşim El Seman, Hemade, El Demoş El Elî, Etaf (Ebû El-Ebra) û Hemûd (Îsokob) yên çeteyên Suldan Muratin.

DI NAVBERA ÇETEYAN DE PEVÇÛN

Ev hefteyek e di navbera artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên çete de şerên dijwar diqewimin. Îro li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê di navbera çeteyên Feyleq El Şam de şerên dijwar qewimîn. Di şer de 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di pevçûnê de çekên giran hatin bikaranîn û gelek topên hawanê li malên gundiyan ketin.