Hevjînên Rojavayî qala dîtina Abdullah Ocalan kirin

Loma Mehmûd Hisên û hevjînê wê Îsmaîl Ferho qala dîtina Rêberê Gelê Kurd kirin û gotin, "Mirov pêl bi pêl dihatin gel Rêbertî. Ji Şamê heta Lubnanê ji otobusan rêzên dirêj çêbûbûn. Vî dîmenî hesta azadiya Kurdistanê dida mirovan."

Ji welatparêzên Rojavayî Loma Mehmûd Hisên û hevjînê wê Îsmaîl Ferho ji ANF'ê re qala naskirina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bandora vê yekê li jiyana wan û dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Loma Mehmûd Hisên anî ziman ku di salên 1980'î de bi hatina PKK'iyên destpêkê li mala wan, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kirin û bi vî rengî qala wan salan kir: "Mala me gelekî nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê bû. Her roj dengê şer dihat. Dema ku me dipirsî bê çi bûye?, digotin ku yên şer dikin 'Telebe' ne. Piştî ku heval hatin mala me, me fêhm kir bê çi dibe. Mûstafa Gulo û Xebat Tirbêspiyê timî dihatin mala me û qala Rêber Apo dikirin. Me bi vî rengî PKK nas kir. Me fêhm kir ku Rêber Apo mafê gelan diparêze û em pê re hatin girêdan."

Loma destnîşan kir ku zext û zordariya rejîma Baasê nekarî wan ji têkoşînê qut bike û got, "Me gelekî ji wan bawer dikir. Eger jê bawer nekiribûya me deriyên xwe li wan venedikir. Rejîma Sûriyeyê gelek caran zarokên me girt, êşkence li wan kir. Lê belê me dest ji Apoyiyan bernedan." Loma got, "Dema ku min dît di destê jinan de çek heye û gel û xaka xwe diparêzin, gelekî bi bandor bûm" û wiha dewam kir, "Hevalên jin jî dihatin gel me. Gelek caran ji bo rejîma Sûriyeyê wan negire, me ew vedişart. Weke dayikekê, têkoşîna jinan ji bo gel û xaka xwe gelekî bandor li min kir."

XELKÊ ROJAVA PÊL BI PÊL DIÇÛ LUBNANÊ

Loma Mehmûd qala çûyîna Lubnanê kir ku ji bo dîtina Abdullah Ocalan çûbû: "Mala me li Tirbêspiyê bû. Ez û hevjînê min, em diçûn gel Rêber Apo. Xelk pêl bi pêl diçû gel Rêbertî, ji Şamê heta bi Lubnanê rêzên ji otobusan çêbûbû. Vî dîmenî hestê azadkirina Kurdistanê dida mirovan. Rêbertî ji paceyekê ji gel re diaxivî. Gel jî bi baldarî li Rêbertî guhdarî dikir. Dema ku me guh didan Rêbertî, me zanîbû ku em ê mafê xwe bi dest bixin û li ser vê bingehê me gelekî ji Rêbertî bawer dikir. Her gotineke Rêbertî di bîra mirovan de dima ku hîn jî li ser zimanê mirovan e. Ji ber ku Rêber Apo rêberê gelên bindest e. Ne ji bo xwe, lê ji bo gelên bindest têkoşiya. Ne ji bo xwe, lê ji bo gelên bindest jiya. Eger ji bo gelan nekiribûya 23 sal in li nava çar dîwaran nedihate girtin."

Loma destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî û konsepta tecrîdê ya li Îmraliyê nekarî fikrên Ocalan ji civakê dûr bixîne û got, "Dijmin dixwaze Rêberê me tune bike. Ji ber ku Rêbertî bû dengê gelan û dixwazin vî dengî bêdeng bike. Ne tenê bû dengê gelê Kurd di heman demê de gelên Suryanî, Ermenî, Ereb, Çerkez û Tirkmen. Heta ku Rêber Apo azad bibe divê em li qadan bin. Eger Rêber Apo hîn girtî be ev yek ji ber tirsa wan a ji felsefeyaa wî ye. Wateya dirûşma 'Bê Serok nabe' gelekî mezin e û haya gelê me êdî ji vê rastiyê heye; Jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nake."

ÇÛYÎNA AKADEMIYA MAHSÛM KORKMAZ

Hevjînê Loma Mehmûd Hisên, Îsmaîl Ferho jî yek ji wan welatparêzan e ku di salên 1980'î de PKK nas kir. Îsmaîl ku di navbera salên 1974-75'an de ji ber şerê bi dewleta Tirk re neçar ma ji Mêrdînê koçî Qamişloyê bike, bi vî rengî qala naskirina Apoyiyan kir.

"Min ji televîzyonê navê Apoyiyan dibihîst. Piştî demekê du heval hatin mala me. Gotin ku ew xwendekar in û dixwazin biçin Akademiya Mahsûm Korkmaz. Dema ku navê hevalên ku me berê ew nas dikir dan, ji bo 2 hevalan min nasname amade kir û em bi hev re çûn Şamê. Dema ku heval gihand akademiyê, cara yekemîn ez li Rêber Apo rast hatim û gelekî kêfxweş bûm."

Îsmaîl Ferho ku pêşengî ji çûyîna Lubnanê re kir, li gel kesên ku dixwestin tevlî nava refên PKK'ê bibin, her wiha ji bo kesên dixwestin Rêberê Gelê Kurd bibînin pêşengî dikir. Ferho qala bûyereke ku di rê de bi serê wî ve hat, kir: "Rojekê li ser rêya Lubnanê, leşkerên rejîma Sûriyeyê pêşiya me birî û ji me pirsî ku em ê bi ku ve biçin. Ez û 6 hevaln bûn. Min got ku ez ê kurê xwe bibim leşkeriyê û xerac ji me standin û bi vî rengî destûr dan ku em derbas bibin. Dema ku em gihîştin Lubnanê min 6 hevaln radestî qada Rêbertî kir. Bi Rêbertî re em rûniştin û me xwarin xwar."

NASKIRINA SAKÎNE CANSIZ

Îsmaîl Ferho ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz nas kir, qala bîranîneke xwe ya pê re kir, "Li wê derê min Sakîne Cansiz nas kir. Nû ji zindanê derketibû. Du rojan li wir mam û gelek caran em bi hev re axivîn. Dewleta Tirk gelekî êşkence lê kiribû. Dema ku min Sakîne Cansiz dît, min maf bi xwe re nedît ku pê re biaxivim. Jinekê rahiştibû çekê, li ber dewletan serî hildabû, li hemberî êşkenceyê serî netewandibû, li ber xwe dabû û hîn jî bi serbilindî têkoşiya xwe dewam dikir."

Îsmaîl Ferho qala hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî kir, "Rojekê hevalan agahî dan. Diviyabû min 12 kes ji Hesekê bibira Qada Rêbertî. Me rojekê xwe li depoyekê veşart. Rejîma Sûriyeyê wê demê xurt bû. Kûryetî ne karekî hêsan bû, xetere bû û piştre min ew gihand qadê. Em li benda Rêbertî bûn û ji taksiyeke reş peya bû. Silav da yên li qadê. Ji min re jî got, 'Tu bavê Zerdeşt û Jiyan e?' û dest bi axaftinê kir. Piştî ku bi her kesî re wêne kişand em belav bûn."