ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi hezaran kes ji Efrîniyên koçberbûyî û şêniyên Şehbayê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Hewldana êrişê ya çeteyan hate astengkirin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ên hewl didan bikevin nava kantonê hate astengkirin. -
139 çeteyên DAÎŞ'ê di nava dewleta Tirk de ne
Li gorî daneyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 139 çeteyên DAÎŞ'ê hene. -
Êrîşî tîmekê Daîreya Avê ya Kobanê hat kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî tîmeke tamîrkirinê ya girêdayî Daîreya Avê ya Kobanê li gundê Şêxler ê rojavayê Kobanê kir. -
Dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên Şamê hedef girt
Balafira bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Soxaneke yê Şerayê hedef girt. -
Dagirkeran 6 kes revandin û bi hezaran dar şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê herî kêm 6 kes revandin û bi hezaran dar şewitandin. -
Li Qamişlo êrîşek pêk hat
Di navbera Nexweşxaneya Dil û Çav û Postexaneyê ya bajarê Qamişlo de êrîş çêbû. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li sivîlan barand: 4 birîndar
Artêşa Tirk a dagirker bi dronên kamîkaze bombe li gundê Bênê ya bajarê Şêrawa ya li Kantona Efrîn-Şehbayê, barand û 4 kes birîndar kirin. -
Koçer: Bi Şamê re şerê me nîne
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer diyar kir ku ew diyalog û çareseriya siyasî dixwazin û got: “Bi hikûmeta Şamê re şerê me nîne. Eger êrîş çêbibe, em ê hîn xurttir bersiv bidin.” -
Li Tebqayê jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kantona Tebqayê jinan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî pêk anîn. -
Li Efrîn û Ezazê di nava 14 rojan de herî kêm 50 kes hatin revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku di 14 rojên destpêkê yên meha Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê herî kêm 50 kes revandin. -
Fermandara ku perestgeha wê azadî bû: Sosin Bîrhat
Şoreşger û milîtana pêşeng Sosin Bîrhat, dilê xwe yê weke deryayê bi agirê azadiyê pak kiribû. Mîna kulîlkeke biharê li axa Kurdistanê şîn hat. Ji bo bikaribe paşerojeke bi ewle ji vê xakê re diyarî bike, heta nefesa xwe ye dawiyê têkoşiya û şer kir. -
'Em in xwediyê vê axê û em ê ji bo vê axê jî li ber xwe bidin'
Yek ji Fermandarê Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Abu Emar diyar kir ku bi banga gel wan bajarê xwe rizgar kirin û got, "Em in xwediyê vê axê. Em ê ji bo vê axê li ber xwe bidin." -
Gel bi QSD û Rêveberiya Xweser re ye
Endamê Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Abdulrehman El Dixêvîj ragihand ku baweriya gel a bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê qels nebûye, ti êriş nikare yekîtiya gel xera bike û destnîşan kir ku yekîtiya gel wê êrişan têk bibe. -
SOHR: Tirkiye çeteyan dişîne Başûrê Kurdistanê
SOHR’ê ragihand ku Tirkiyê hejmareke zêde ya leşkerên kirêgirtî şandine Başûrê Kurdistanê. -
Cenazeyê şehîd Xezal El Şêx li Reqayê hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx bi merasîmekî li Reqayê hat veşartin. -
Ji bo 2 şervanên HRE'yê yên şehîd ketin konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Behdîna Efrîn (Mihemed Tenbel) û Botan Efrîn (Ebdurehman Ehmed) ên şehîd ketin, konê sersaxiyê hate vedan. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx li Reqayê şehîd bû
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx li Reqayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin 15'ê Tebaxê şehîd bû. -
Li dijî PDK’ê nerazîbûn: Cenazeyê Tolhildana me bidin me
Malbata şehîd Tolhildan, da zanîn ku ew li dijî xiyaneta PDK'ê û êrîşên dewleta Tirk li rex gerîla disekinin. Malbatê ku tevî çalakiya 111 rojan jî nikarîbûn cenazeyên xwe werbigirin, dan xuyakirin ku PDK'ê xiyanet li gelê Kurd kiriye. -
'Bi saya Rêveberiya Xweser em Çerkes li çanda xwe vegeriyan'
Ji neteweya Çerkes Semîr Hebat anî ziman ku bi hatina meclîsa leşkerî ya Minbicê re gelek veguhertin çêbûn û dawî li tarîtiyê hat. -
Pêngava 15’ê Tebaxê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin. -
Her netewek bi zimanê xwe li dibistanê xwe dide îfadekirin
Neqşan Mihemed diyar kir ku piştî rizgarkirina Minbicê her netew bi zimanê xwe êdî xwe dide îfadekirin û li şûna yek ziman pir ziman hene û got: "Em salvegera Rizgarkirina Minbicê li hemû gelan pîroz dikin, wê ji bo jiyaneke azad têkoşîn bidome." -
Şikakî: Pêngava 15'ê Tebaxê moral da gel
Abdullah Şikakî anî ziman ku 15'ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK'ê xurt kir. -
'Êrişên li ser Dêrazorê êrişên li ser tevahiya herêmê ne'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî got, "Di heman dema êrişa li ser Dêrazorê de êriş li xeta Minbic û Til Temirê jî hatin kirin. Her rê û rêbazê bi kar tînin. Lê belê bersiveke tund wergirtin û wê werbigirin." -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombebaran dike
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran dike.