Li Sûriyeyê 1,383 sivîl hatin qetilkirin: Yekîtiya Ewropayê şermezar kir
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku heta niha 1,383 Elewiyên li Sûriyeyê di êrişan de hatin kuştin. Yekîtiya Ewropayê komkujî şermezar kir.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku heta niha 1,383 Elewiyên li Sûriyeyê di êrişan de hatin kuştin. Yekîtiya Ewropayê komkujî şermezar kir.
Li gorî bîlançoya nû ya ku ji aliyê SOHR'ê ve hate weşandin, di êrîşên li herêmên peravî yên Sûriyeyê de ku ji 6'ê Adarê û vir ve dewam dikin herî kêm 1,383 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Komkujî bi giranî di 7 û 8'ê Adarê de hate kirin. SOHR'ê got, "Ji ber ku hîn jî mirov têne kuştin" hejmara hatiye dayin demkî ye.
Yekîtiya Ewropayê jî diyar kri ku hikumeta Sûriyeyê ya nû têkildarî sûcên hatine kirin komîsyoneke lêpirsînê ava kiriye ku ev yek cihê kêfxweşiyê ye.
Di daxuyaniya bi navê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hate gotin, "Ji bo sûcên bi vî rengî dubare nebin divê her tişt bê kirin."