Berxwedêrên ji Kobanê bi rê ketin, gihiştin Tişrînê
Konvoya ji Kobanê bi rê ketî, gihişt Bendava Tişrînê.
Konvoya ji Kobanê bi rê ketî, gihişt Bendava Tişrînê.
Bi sedan şêniyên Kobanê vê sibehê berê xwe dan Bendava Tişrînê ku tevlî çalakiyên parastina bendavê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibin.
Beriya çend kêliyan konvoya gel gihîşt bendavê û ji hêla berxwedêrên li wir ve bi moraleke mezin hat pêşwazîkirin. Ji kantona Firatê ev konvoya 6‛an e ku berê xwe dide Bendava Tişrînê.
Ji 8’ê Çileyê ve, ji bo parastina bendavê, pira Qereqozaqê û tevahî herêmê ji êrişên dagirkeran, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom berê xwe dide Bendava Tişrînê.