Şehîdê QSD'ê Umran Hol li Hesekê hate veşartin

Şervanê QSD'ê Umran Hol (Ferhan Wêso El Hemod) ê şehîd bû, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê yê kantona Cizîrê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Umran Hol (Ferhan Wêso El Hemod) li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê oxir kir.

Umran Hol di encama krîza dil de 9'ê Adarê şehîd bûbû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hirêz axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdan di oxira parastina xakê û gel de canê xwe da. Ehmed Hirêz wiha got: "Her şehadetek vîna me xurt dike û diyar dike ku pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşiqê berxwedanê ne û dê heta rizgarkirina bihosta dawîn a xakê têkoşîna xwe bidomînin.”

Dûre li ser navê hêzên leşkerî Salar Hesekê axivî. Salar Hesekê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Parastina vê axê erka me ye. Çi ji me bê xwestin em amede ne ku em xaka xwe biparêzin. Mirin gotina her, bi tirs e, lê şehîdên me ji mirinê jiyaneke azad didin afirandin. Ji bo gelê xwe û xaka xwe em ê her tim li çeperên şer bin. Her wiha berxwedana gelê me ya li bendava Tişrînê jî berxwedana rûmetê ye.”

Piştî ku wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin, cenazeyê şehîd spartin axê.