Li Reqayê şehîd spartin axê

Li Reqayê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro yê ku 12’ê Adarê şehîd bû û şervanê QSD’ê Elaa El Elî yê ku 13’ê Adarê şehîd bû, li Reqayê hatin spartina axê.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYAN

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro ku 12’ê Adarê û şervanê QSD’ê Elaa El Elî ku 13’ê Adarê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hatin spartina axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toreneke leşkerî ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir. Piştre ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Hezîmayê Xebat Ehmed axivî.

Xebat Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da û anî ziman ku şehîd sembola sekn û fedakariyê ne û got: "Teror nikare meşaleya azadiyê ya ku lehengan pêxistiye, vemirîne."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Tirkan jî axivî û got, xwîna şehîdan siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê afirand. Her wiha anî ziman ku ezmûna Rêveberiya Xweser berhema keda şehîdan e.

Mişleb El Tirkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser destûra desthilata Şamê û got: "Gelê vê herêmê keda dane ne ji bo ku rejîma siyasî ya berê vegerin, lê modeleke demokratîk ava kirin ku li ser asta Sûriyeyê mînak e. Danezana destûrê nûnertiya îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake."

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" spartin axê.