Li Şamê ji rêveberiya demkî Destûra Bingehîn a pêvajoya derbasbûnê
Lîderê HTŞ'ê Ahmed El Şara ku serkêşiyê ji rêveberiya demkî ya Şamê re dike, pêşnûmeya destûra bingehîna pêvajoya derbasbûnê îmze kir.
Lîderê HTŞ'ê Ahmed El Şara ku serkêşiyê ji rêveberiya demkî ya Şamê re dike, pêşnûmeya destûra bingehîna pêvajoya derbasbûnê îmze kir.
Di pêşnûmeya hate îmzekirin de li gorî berdevkê komîteya nivîsandinê, li Sûriyeyê cudahiyeke hişk di navbera hêzan de tê destnîşankirin, azadiya fikrî, mafên 'siyasî û aborî' yên jinan têne garantîkirin. Hîn nayê zanîn bê di pratîkê de ev yek wê çawa pêk were.
Berdevkê komîteya pêşnûmeyê li qesra serokatiyê ya li Şamê di civîna çapemeniyê de got, "Ji ber ku pîvana cudahiya navbera hêzan nîne, me bi zanebûn cudahiya hêzan a hişk hilbijart."
Di pêşnûmeyê de navê Sûriyeyê weke 'Komara Ereb a Sûriyeyê' hatiye hiştin û ola Îslamê weke çavkaniya hiqûqê ya bingehîn tê qebûlkirin.
Xalên ku derdikevin pêş bi vî rengî ne:
1. Navê fermî
- Navê fermî Yê Sûriyeyê wê weke 'Komara Ereb a Sûriyeyê' bimîne, di vî navî de wê guhertin neyê kirin.
2. Ol û hiqûq
- Ola Îslamê wê weke çavkaniya bingehîn a hiqûqê li Sûriyeyê bê qebûlkirin.
3. Mafên Welatiyan
- Di navbera welatiyên Sûriyeyê de wê ti cudahî neyê kirin; her kes xwedî maf û berpirsyariyên wekhev bin.
4. Parvekirina erkê
- 'Erka qanûndanînê' wê ya parlamentê be.
- 'Erka rêvebirinê' wê ya serokkomar be.
5. Erkên Serokkomar
- Serokkomar li gorî pêwîstiyê wê karibe rewşa awarte ragihîne.
- Wezîr wê karibin yekser xwe bigihînin serokkomar.
6. Serxwebûna dadgeriyê
- Dadgerî wê serbixwe be û ti hêz wê nikaribe dest li dadgeriyê werde.
7. Erkên parlamentê
- Parlament wê karibe serokkomar ji wezîfeyê werbigire.
- Wê xwedî erka ragihandina efûya giştî be.
8. Pêvajoya derbasbûnê
- Pêvajoya derbasbûnê wê '5 salan' dewam bike.
- Di vê demê de ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû wê komîsyoneke taybet bê avakirin.
9. Azadî û Hiqûqa Navneteweyî
- Azadiya fikrî û ragihandinê wê bê parastin.
- Sûriye wê hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide.