ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Yek ji çekên herî sereke di koçberkirina gelan de Îslama Radîkal e'
Şêxê Terîqeta Qadirî li Sûriyeyê Şêx Mihemed El Qadirî diyar kir ku bandora ol li ser koçberkirinê hêmaneke sereke ye û bal kişand li ser Îslama Radîkal. -
Remziye Mihemed: Mexdûrên herî mezin ên şer jin û zarok in
Hevseroka Tevegra Civaka Demokratîk Remziye Mihemed, diyar kir ku di dema şer û êrîşên dagirkeriyê de koçberiyek mezin pêk tê, mexdûrên herî mezin a şer jin û zarok in û got ku ew xebatên rêxistinkirina jinan dimeşînin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ela Xelef hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Cafer (Ela Xelef El Berîş) yê dema li ser erka xwe bû li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin. -
Di êrîşa Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama hedefgirtina wesayîtekî i taxa Um El Fursan a Qamişloyê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûye. -
Li ber girtîgeha li Qamişloyê teqîn çêbû
Li hewşa girtîgeha li taxa Um El Fursa a li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojava, teqînek çêbû. -
Şêniyên Kantona Cizîrê: Bi têkoşînek hevpar em ê Rêberê xwe azad bikin
Şêneyên Kantona Cizîrê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Bi têkoşîneke hevpar a hemû pêkhate û neteweyan, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin.” -
Şervîn astengiyan nas nake
Şervîn Elo tevî şert û mercên zehmet ên koçberiyê û astengiyan jî, hezkirina xwe ya ji jiyanê re bi xêzkirina wêneyan nîşan dide. Wêneyên Şervîn ên piştî dagirkirina Efrînê, bi temamî têkildarî koçberî û şer in. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Dilsoz Raco hat veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Mihemed Şêx Dada (Dilsoz Raco) yê 29’ê Tîrmehê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Zozan Amanos a Fafînê hat veşartin. -
Efûya giştî: Li Hesekê 50 girtiyên din hatin berdan
50 girtiyên din ên ku ketin ber efûya giştî, ji Girtîgeha Hesekê hatin berdan. -
Li Qamişloyê li dijî tecrîda li Îmraliyê meş hat lidarxistin
Rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî li dar xist. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Elewî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Hecî Elewî yê di 31’ê Tebaxê de gava li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Sirînê hat veşartin. -
Li Şehbayê teqîn: 3 zarok bi sivikî birîndar bûn
Li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê mayîna çeteyên DAÎŞ’ê teqiya. Di encama teqînê de sê zarok bi sivikî birîndar bûn. -
HRE’yê bilançoya meha Tebaxê eşkere kir
HRE’yê bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di meha Tebaxê de li ser Efrîn û Şehbayê eşkere kir û got: “Hezar û 327 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê hat kirin.” -
Gelê Sirînê şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn
Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina Findan şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û gotin, “Em ê bi Fikra Rêber Apo ya Netewa Demokrat bigihêjin serkeftinê." -
Cenazeyê şehîd Tekîn Goyî ji aliyê hezaran kesî ve hat veşartin
Li Dêrikê bi hezaran kes cenazeyê fermandar Tekîn Goyî yê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, veşartin. -
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê hat protestokirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Tebaxê weşand. Meclîsa leşkerî ragihand ku 7 çete hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne. -
Tekîn Goyî hate bîranîn: Em ê têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tekîn Goyî (Îsmet Unver) bi bîr anî û got: “Weke fermandar û milîtanê Apoyî şer kir. Em ê têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin.” -
Dagirkeran 3 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 kes revandin. -
‘Divê bi mezinkirina Çapemeniya Azad em tola şehîdan hilînin’
Rojnemevan Biryar Efrîn li ser hedefgirtina rojnemevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn axivî û got: “Divê em bi mezinkirina kar û xebatên rojnamevaniyê tola herdu hevalan ji dagirker û hevkarên wan hilînin.” -
TEV-DEM: Tekîn Goyî şoreşgerekî bêhempa bû
TEV-DEM’ê ragihand ku Tekîn Goyî yê xwedî kedeke 32 salan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên tenduristiyê dimeşand, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. -
Serdanên ji bo şîna şehîdên Qamişlo didomin
Li Qamişloyê serdanên ji bo şîna ku ji bo Xalîde Îsa û Hejar Silêman ên di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, didomin. -
Şehîdên Qamişloyê bi merasîmekê hatin veşartin
Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Silêman ku li Qamişloyê di êrişekê de şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Hewldana êrişê ya dagirkeran a li Minbicê hate têkbirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser bakurrojhilatê kantonê têk birin. -
'Hevala Gulistan da ser şopa rastiyê, ew bi xwe bû rastî'
Hevala têkoşînê ya Gulistan Tara rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku keseke welê bû ku di nava ti şert û mercî de dest ji kar bernedida û got, "Her tim li ser şopa rastiyê meşiya, ew bi xwe bû rastî."