ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Me ji hevrê Sakîne cesaret girt'
Ji kûryeyên berê yê PKK'ê Mehmûd Hecî, ku di sala 1993’yan de li Rojava cara pêşî Sakîne Cansiz dîtibû, diyar kir ku Sakîne Cansiz moral û cesaret daye her kesî. -
Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Til Barak û Şedadê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiyên Parîsê li Til Barak û Şedadê hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku komkujiyan ronî bike û sûcdaran ceza bike. -
Ji bo pêkanîna Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên girîng
Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna xalên Hevpeymana Civakî de di rûniştina xwe ya yekemîn de 7 biryarên girîng dan. -
'Erdogan weke sûcdarê şer divê were cezakirin'
Îbrahîm Şêxo û Dr. Mixtar El Xebaşî bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên şer ku bi bombekirina binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike û destnîşan kirin ku ji bo Erdogan li qada navneteweyî bê darizandin, divê hewldan bêne zêdekirin. -
Qanûna Malbatê ya ku civaka demokratîk ava dike -2
Qanûna Malbatê ya ji 41 xalan, ku civaka demokratîk ava dike, bi xurtkirina Qanûna Jinê re ya ku pîvanên jinê ye, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin. Di sala 2023'an de jî li Kantona Cizîrê kete meriyetê. -
Balafirên bêmirov gundekî Qamişloyê bombebaran kirin
Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker gundê Gir Sor ê dikeve rojavayê Qamişlo bombe kir. -
Şehîdên Parîsê li Hesekê û Helebê hatin bibîranîn
Jinên ku ji hêla dewleta Tirk ve li Parîsê hatine şehîdkirin li Hesekê û Helebê hatin bibîranîn. -
Elî Doko û Dilşad Qamişlo hatin veşartin
Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmek girseyî hatin veşartin. -
Cenazeyê şehîd Cuma Hiso hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cuma Hiso li Amûdê hate veşartin. -
Li Kantona Firatê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn
Li Kantona Firatê bi pêşengiya Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiyên bîranînê ji bo şehîdên komkujiya Parîsê hatin lidarxistin. -
Li Şêrewayê bombebaran: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê Şêrewa bombebaran kir. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hevrêyê me Cuma Hiso şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Cuma Hiso di encama krîza dil de şehîd bû. -
Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ziyanên madî û mirovî yên mezin pêk hatin û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker Til Rifet, Şehba û Şera topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Fifet, Şehba û Şera topbaran dike. -
Li Şedadê baregeha DYE’yê hate bombekirin
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan şevê din baregeha Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Şedadê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dronê bombebaran kirine. -
Ji rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Cedû El Osman şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji rêveberên wan Ehmed Cedû El Osman li Dêrazorê di êrîşeke çeteyan de şehîd bûye. -
Leyla Îbiş: Bi siyaseta dorpêç û êrîşan re dixwazin herêman vala bikin
Endama komîteya Perwerdê a Kongra Star Leyla Îbiş, diyar kir ku rewşa dorpêç û şer herî bêhtir bandor li jin û zarokan dike û got, şêniyên Efrînê bi hêviya vegera warên xwe bi israrek mezin li ber xwe didin. -
Şêniyên Minbicê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
Şêniyên Minbicê destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û diyar kirin ku heta bigihêjin vê armanca xwe wê çalakiyên xwe dewam bikin. -
'Dewleta Tirk dixwaze pergala tenduristiyê ya herêmê têk bibe'
Dr. Mihemed Nûr û Dr. Azad Reşo gotin, “Di navbera dorpêçkirina hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk de siyaseteke qirêj heye. Dixwazin nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetê derxînin.” -
'Em ê berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê bidomînin'
Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê soza berfirehkirina berxwedan û têkoşînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dubare kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî şermezar kir. -
Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji saziyên navneteweyî re name şand
Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, ji saziyên navneteweyî re name şandin û bang li wan kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. -
Endama HPC’ê Fîdan Hemo li Şehbayê hat veşartin
Endama HPC’ê Fîdan Hemo ya di 1’ê Çileya 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hat veşartin. -
Tevgera Xwedekarên Demokratîk a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Tevgera Xwendekarêb Demokratîk a Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. -
Artêşa Tirk a dagirker Şehbayê bombebaran dike
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bejahiya Şehbayê bombebaran kir. -
Xelkê Amûdê: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Çalakiya xelkê Amûdê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, didome.