ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê nasnameya 4 şehîdên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên di mehên Kanûn û Adarê de şehîd bûne, eşkere kir. -
‘Divê gorên li Til Qirahê bên parastin’
Kombenda Efrînê ya Civakî bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û aliyên pêwendîdar kir ku ji bo parastina gorên li Til Qirah a Şehbayê komîteyeke pispor ava bikin. -
Komxebata Koordînasyona Jinan: Hemû destkeftî bi saya Rêber Apo ne
Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” komxebatek lidar xistin. -
Şervanên QSD'ê 2 SÎHA anîn xwarê
Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê. Di encamê de 2 SÎHA hatin xistin. -
Remziye Mihemed: Banga Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkan e
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed îşaret bi girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo kir û got, divê dewleta Tirk gavên cidî bavêje. -
Li Şedadê merasîma ji bo şehîdan
Şervanê QSD'ê Ehmed Cîşî Yasîn bi merasîmekê hate veşartin, şervanê QSD'ê Elî Hisên El Hemadî û şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdilmecîd Mihemed El Hisê jî hatin bîranîn. -
Bi wesîleya 8’ê Adarê dar hatin çandin
Desteya jîngehê ya Kantona Firatê û bi dehan jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dar çandin. -
QSD: Êrîş hatin şikandin
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku êrîşên dagirkeran hatin şikandin. -
Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo re di dîroka herêmê de rûpeleke nû vebû û ji bo paşeroja Sûriyeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne. -
Koma nû nobeda berxwedana Tişrînê dewr girt
Nobeda ji bo parastona Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 55 rojin didome. Koma nû ya kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Tişrînê” hat pêşwazîkirin û nobed dewr girt. -
Li Tebqayê ji bo şehîd Mistefa Efrîn merasîma girseyî
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed) ê ku 27’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Qereqozax kir
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Qereqozax barand. -
QSD: Êrîş hemû hatin têkbirin
QSD'ê ragihand ku êrîşên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ser bi dewleta Tirk ve, hatin têkbirin û SÎHA'yek hate xistin. -
Ji 4 bajaran girseya gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ji bo tevlî nobeda li Bendava Tişrînê bibe serê sibehê bi rê ket. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir. -
Di êrîşa li ser Sirînê de welatiyek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Melha yê Sirînê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû. -
Berxwedêrên Tişrînê fitarê xwe vedikin
Nobeta berxwedanê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Bendava Tişrînê kete roja 54’an. Gel du roj in fitarê xwe li bendavê vedikin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 54’an de ye
Nobeta berxwedanê ya ku gel li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê dayî destpêkirin, di roja 54’an de didome. -
Kobanê bi rengê 8'ê Adarê hate xemilandin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên kantona Firatê bajarê xwe xemilandin. -
QSD: Êriş hatin têkbirin, herî kêm 2 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser nuqteyên hêzên wan hatin têkbirin û herî kêm 2 çete hatin kuştin. -
Gelê Cizîrê nobeta li Bendava Tişrînê dewr girt
Gelê Cizîrê di roja 53’yan emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de nobetê ji gelê kantona Firat dewr girt. -
Cenazeyên şehîd Cîger, Xebat û Bahoz hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê û gelê ku ji Bendava Tişrînê vegeriyane, cenazeyên şehîd Cîger Kobanê, Xebat Kobanê û Bahoz Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Nasnameya şehîdên Şedadê hate eşkerekirin
QSD’ê agahiyên derbarê nasnameya şervanên ku li Şedadê şehîd bûne, eşkere kir. -
QSD’ê car din êrîş têk birin
Şervanên QSD’ê êrîşên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê têk birin. -
‘Banga Rêber Apo ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ya çareseriyê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo aşitiya cîhanê û avakirina civaka demokratîk nexşerêyeke girîng e. Hiso got ku ji bo berdewamkirina pêvajoyê divê dîwarên Îmraliyê hilweşin.