Li Bendava Tişrînê 3 drone hatin xistin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li herêma Bendava Tişrînê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê dewam dikin, sê drone hatin xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li herêma Bendava Tişrînê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê dewam dikin, sê drone hatin xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî bîlançoya êrîşên 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
Daxuyaniya QSD'ê bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine, tevahî peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê şer û pevçûnan de binpê dikin.
Eniya Bendava Tişrînê; doh (Çarşem) balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbe Zemala yê başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kir, cihên karkeran ên girêdayî bendavê kirin hedef. Tevahiya şeva çarşemê bendavê bi obîsên giran hat topbarankirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dronên xwekujî êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Hêzên me ji wan 3 dron xistin.
Eniya Qereqozaxê, balafirên şer gundên Xeseq û Tîna bombebaran kirin. Her wiha gundên Tîna, Cada, Bîr Hos, Xeseq, Dîkan, Melka, Sinaa, girên Şêvê û Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 50 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan hatin topbarankirin. Di encamê de zerarên madî li mal û milkên şêniyan bûn."