‘Serhildana 12’ê Adarê bû destpêka hilweşandina rejîma desthilatdar’
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi wesîleya salvegera Komkujiya 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo, daxuyanî da.
Daxuyanî li Stadyûma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya şêniyên Qamişloyê, endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîr û tîmên futbolê, hate xwendin.
Daxuyanî bi Kurdî û Erebî, ji aliyê hevserokên Meclisa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed û Izedîn Gedo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12’ê Adara 2004’an hatin bîranîn û hate diyarkirin ku rejîma Baasê hewl da di nava pêkhateyên herêmê de, bi taybet gelên Kurd û Ereb, fitneyê derxe.
Her wiha hate gotin ku Serhildana 12’ê Adarê bû destpêka hilweşandina dîwarê tirsê û rûxandina rejîma desthilatdar û hate destnîşankirin ku xwişk-biratiya gelên herêmê rê li ber fitneyê girt.