Şervanên QSD’ê 3 dagirker kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrîn, Qerqozaq û Kobanê weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj êrişên xwe yên dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin, lê ji ber berxwedana şervanên me nikarin bi pêş de biçin.
Li eniya bendava Tişrînê; balafirên şer ên dagirkeriyê duh (în) êrişî derdora bendavê û malên karkeran kir. Her wiha bi topên giran gundên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî li malên sivîlan bûn. Her wiha êrişî nuqteyeke hêzên me kirin, di encamê de şervanekî me bi sivikî birîndar bû.
Dema ku çeteyên dagirker amadekariya êrişa li dijî nuqteyên hêzên me dikir; Yekîneyên Şehîd Harûn li dijî kombûnên wan çalakiyek li dar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin, depoyek cebilxane û wesayîteke leşkerî ya çeteyan jî hate rûxandin û çeperên çeteyan jî bi giranî hatin derbkirin.
Yekîneyên Şehîd Harûn her wiha droneke xwekuj a çeteyan dema ku nêzî çeperên hêzên me bû, rûxand.
Li eniya Qerqozaqê; balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gunê Xeseq û benzînxaneyek li çerxerêya bajarokê Sirînê bombenaran kirin, her wiha bi topên giran, tank, roketavêj û topên hawanan gundên El Tîna, Cadah, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, Melhe, Senii, û girên Sêvê û Qereqozaxê bi awayekî ketober bi zêdetirî 180 topan hatin bombebarankirin, di encamê de ziyaneke mezin li mal û milkên şêniyan bû.
Li hember êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê, şervanên me çalakiyek li dijî baregehên dagirkeriyê û çeteyên wê yên li bejahiya rojavayê pirê li dar xist, di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li Kobaniyê; balafirên şer ên artêşa dagirker bi topên giran 2 êriş li ser çiyayê Berkel ê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanî, hevdem bi topên giran topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn. Di vê navberê de, balafirên şer û balafirên keşfê yên keşfê yên bêmirov di tevahiya rojê de li ser bajar û bejahiya wê geriyan.
Firokeyên şer û balafirên keşfê yên artêşa Tirk duh jî li ser bajarê Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.
Hejmara çeteyên hatine kuştin gihaşt 3’yan û 2 çete jî birîndar bûn.”