Di êrîşa DAÎŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Bakurê Reqayê de endamekî wan şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Bakurê Reqayê de endamekî wan şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di 12’ê Adarê de li ser rêya Reqa-Elhikûmiye ya li herêma Hazima ya li bakurê Reqayê, dewriyeyeke wan rastî êrişa şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hat û di encamê de endamê wan ê bi navê Beşar Ehmed El Gedro şehîd bûye.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Beşar Ehmed El Gedro
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1998
Dîroka tevlêbûnê: 12.04.2017
Dem û cihê şehadetê: 12.03.2025, Reqa.