Rêveberiya Xweser: Em ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk bixebitin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkoşîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê silav kir û li dijî cudakariyê banga Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk kir.

SALVEGERA SERHILDANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 14’an a aloziya Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“15 Adarê salvegera destpêka tevgera Sûriyeyê li dijî rejîma Baas’ê ya destpot e. Gel di vê rojê de daxwaza azadî, edalet û demokrasiyê kir.

Ev tevgera gel û şoreşa gel a ku ji 14 salan ve didome û derbasî sala xwe ya 15’an dibe di naveroka xwe de şoreşa gelê li dijî zulmê, siyasetên bidûrxistinê û yekrengî ye. Di dirêjahiya salên aloziyê de gelê Sûriyeyê bi hezaran şehîd û birîndar dan, wêranî, xerabî û koçberiya bi darê zorê ji piranî herêmên Sûriyeyê çêbû. Lê gel, rejîma ku bi mafên wan ên tevî hêsan nas nake, red kir.

Ev şoreş bi hilweşîna rejîma Baas’ê di 8’ê Kanûna par de bi encam bû. Ji bo tevahî pêkhate û mezhebên li Sûriyeyê destkeftineke mezin, jêdera hêvî, kêfxweşî û serbilindiyê bû, ji ber ku yek ji girîngtirîn armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê xelasiya ji rejîma Baas’ê û avakirina Sûriyeyeke ji bo tevahî Sûriyeyiyan bû.

Bi vê boneyê, em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wî silav dikin û dengê xwe tevlî dengê wan dikin ku Sûriye, ji bo tevahî Sûriyeyiyan yekgirtî û demokratîk be, bêyî ku tu aliyek were bidûrxistin û paşguhkirin.

Ji lew re em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em soza xwe ya berdewamkirina xebatê ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe dubare dikin û di daxwaza xwe de ku destûra Sûriyeya nû bibe destûreke ku mafên tevahî pêkhate, bawerî û mezhebên Sûriyeyê biparêze, bêyî ku paşguhkirin an jî bidûrxistin, dewam dikin. Divê ev destûr bibe kevirê bingehîn a avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û ji bo welat û gelê me bibe mertala xurt.

Em şehîdên şoreşa xwe bi bîr tînin û bejna xew li pêş berxwedana gelê xwe, bi taybet li pêş malbatên şehîd û qurbaniyan ditewînin, her wiha berxwedana gelê xwe û hêzên xwe yên leşkerî bi nûnertiya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin. 

Em bang li tevahî hêzên siyasî yên niştîmanî li Sûriyeyê dikin ku xîtabên xwe bikin yek û ji bo sazkirina destûreke Sûriyeyî ya niştîmanî hevgirtî bin, da ku em ji zihniyeta desthildariyê ya ku rejîma berê li ser me meşandiye, rizgar bibin."