Agirê Newrozê li Dêrikê hate pêxistin

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê doh bi şev agirê Newrozê hate dadan û Newroz bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Xelkê bajarê Dêrik, gundên Berav û Koçerat ên li kantona cizîrê agirê Newrozê pêxistin û pîroz kir.

Bi sedan xelkê herêmê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Dêrikê kom bûn û weke sembola serkeftina biharê û destpêka sala nû agirê Newrozê pê xist.

Di şahiyê de dîlanên folklorîk, di nava hewayeke şahî û kêfxweşiyê de hate gerandin.

Newroz, ji bo gelê Kurd, boneyeke niştîmanî û çandî ya girîng e. Ji ber di Newrozê de nirxên nûkirin û hêviyê xurt dibin. Gelek dewletên herêmê Newrozê pîroz dikin û weke sembola aştî û yekitiyê dibînin.