Zaroka ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wê hate veşartin
Silava Remedan ku yek ji 5 zarokan bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wê li Dirbêsiyê hate veşartin.
Silava Remedan ku yek ji 5 zarokan bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wê li Dirbêsiyê hate veşartin.
Silava Remedan yek ji 5 zarokan bû ku li gundê Şemoke yê li rojavayê Hesekê li navendeke perwerdeya zarokên keç ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafira bêmirov a bombebarkirî hate qetilkirin. Silava ya 11 salî ku birîndar bû, di 1'ê Îlonê de şehîd bû.
Girseya gel cenazeyê Silava li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Dirbêsiyê wergirt û bi konvoyeke ji wesayitan ber bi Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ve bir.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Edlê Yûsif sersaxî ji malbata Silava re xwest û got, "Şehîd Silava jî tevlî hevalên xwe yên şehîd bûne Dîlan, Zozan, Diyane bû."
Hevala Silava Novîn Efrîn jî got, "Êrîşa li ser dibistana me, komkujiyek e. Mîna Şehîd Silava zarok li pêş çavên cîhanê têne qetilkirin. Heta ku pênûsa me ziwa bibe em ê li ser şopa wan bin."
Dayika şehîd Remziye Remedan jî li merasîmê axivî û got, "Keça min, tu îro bû rêya rastiyê. Min nekarî gotinekê bibêjim, lê rûyê te yê li ken hêz da min. Rojek nîne ku bêyî kenê te derbas nabe. Bi navê Silava diaxivim; ez xwendekar bûm û min rêya rastiyê danîbû pêşiya xwe. Sersaxiyê ji tevahiya malbat û xizmên şehîdan re dixwazim."
Piştî axaftinan cenazeyê Silava Remedan li ber dirûşman hate veşartin.