Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Cesûr Xebat spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Cesûr Xebat ê ku li Rojava di Pêngava Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê hatî destpêkirin de şehîd bû, li Hesekê bi merasîmek girseyî hat veşartin.

Şervanê QSD’ê Raxib Samir Berxeş (Cesûr Xebat) 8’ê Îlonê di şerê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de li Kampa Holê şehîd bû.

Şêniyên Hesekê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Cesur Xebat li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşart.

Merasîm bi deqeyek rêz girtin û torena leşkerî ya QSD’ê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Birak Şûcai Hesir axivî û got: “Şehadet ji bo me cihê serfirazî û rûmetê ye. Şehîd Raxib canê xwe di rêya parastina welat de feda kir."

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Holê Xalid Îsa jî bal kişand ser fedekariyên şehîdan ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ û avakirina Sûriyeke demokratîk.

Îsa soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêniyan cenaze hilgirtin, di nav tilîliyên dayîkan de û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.