‘Çareseriya krîza Sûriyeyê di Rêveberiya Xweser de ye’

Hevserokê Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş got ku Rêveberiya Xweser rêya çareseriyê ya herî guncaw a krîza Sûriyeyê ye.

Di şahiya pîrozkirina salvegera 4’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş axivî. El Mihbaş, îşaret bi destkeftiyên rêveberiyê ku piştî damezirandinê li herêmê bi dest xistine, kir.

El Mihbaş wiha got: “4 sal di ser damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas bû, ji dema damezirandinê ve ber bi avakirin, pêşketin û afirandinê ve çû ku ji aliyê têkoşeran ve hate birêvebirin. Van têkoşeran bi berpirsyarî û girêdana niştimanî nêzîkê doza welat û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn."

El Mihbaş diyar kir ku damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girîngtirîn encama Kongreya 3’emîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bû ku di 16’ê Tîrmeha 2018’an de li Tebqayê li dar ketibû.

Ebid El Hamid El Mihbaş axaftina xwe wiha domand: “Em îro salvegera 4’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin ku di hevsengî û hesabên Sûriyeyê de rola wê mezin e. Îro jî bûye sîstemeke siyasî, leşkerî û îdarî.”

El Mihbaş destnîşan kir ku dema rejîmê li Sûriyeyê nema li van herêman parastina gelê Sûriyeyê kir, ji herêmê vekişiya û herêm bi êrîşên rêxistinên terorîst ên hovane yên mîna El Nusra û DAÎŞ’ê re hişt, ev rêveberî hat damezirandin û got: “Rêveberiya Xweser parastina herêmê û pêkhateyên din ên Sûriyeyê yên Ii vê herêmê kir, wan jî ji bo rizgarkirin û parastina vê xakê fedakariyên mezin kirin.”

XIZMET Û DESTKEFTÎ

El Mihbaş, îşaret bi destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû saziyên xwe bi dest xistine, kir û got: "Rêveberiya Xweser ji dema hate damezirandin û heta îro di hemû waran de xizmet ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir, çi di qada tibî de be yan jî çandî û perwerde û piştgiriya mirovî ya ji penaberên li kampan û derve."

El Mihbaş got: "Qadên wêran bûbûn ji nû ve hatin avakirin, sîstemên enerjiyê, bendav û peywendiyan hatin xebitandin. Her wiha qada tenduristiyê hate avakirin ku îro zêdetirî 23 nexweşxaneyên giştî, 79 nexweşxaneyên taybet û 129 navendên tibî hene ku bê pere xizmetên tenduristiyê ji welatiyan re pêşkêş dikin. Di heman demê de hezar û 822 dermanxane, 20 stasyon û kargehên oksîjenê û laboratûara PCR a taybet bi nexweşên COVID-19 û Nexweşxaneya Dil û Çavan heye ku bê pere xizmeta şêniyan dike."

El Mihbaş anî ziman ku binesaziya warê çandiniyê jî hate avakirin, depo, aş û projeyên avdanê û yekîneyên şêwirê yên taybet bi çandiniyê jî hatin aktîfkirin û wiha dewam kir: “Niha jî zêdetirî 50 yekîne hene û du saziyên tov û Lêkolînên Zanistên Çandiniyê hene. Di heman demê de berhemên çandiniyê ji cotkaran dikirin û hewcedariyên wan ên têkildarê demsalan dabîn dikin.

Her wiha stasyonên ava vexwarinê û kanalîzasyonê, baxçe, şaredarî û navendên xizmetguzariyê û kargehên qîrkirinê hatin avakirin. Îro 132 şaredarî, 47 navendên xizmetguzarî û 10 kargehên qîrkirinê hene. Li aliyekî din jî projeyên stratejîk û giring jî hene ku rêyên herêmên Rêveberiya Xweser qîr bike.”

Ebid Hamid El Mihbaş da zanîn ku gelek kargehên wan hene, jê kargeha zeytê, tekstîl, penêr û şîr, semad, guvaştina zeytûnan û kargeha guvaştina garis ku şênî debara xwe pê bikin.

El Mihbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser dibistan ji nû ve sererast kirine, hejmara dibistanên aktîv 4 hezar û 797 e, ku tê de 42 hezar û 187 mamoste û 86 hezar û 728 xwendekar hene. Hejmara dibistanên piştî şer hatin sererastkirin ji esilê 728`an 380 ji nû ve hatine amadekirin, anku 348 dibistan hîn nehatine sererastkirin. Di heman demê de Rêveberiya Xwendina Bilind 3 zanîngeh vekirin ku ew jî Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq a li Reqayê ye. Niha jî derdora hezar û 560 xwendekar û 400 mamsote lê hene.

ASTENGIYÊN EWLEHIYÊ

El Mihbaş bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ji berê de û heta niha rastî gelek astengiyên hundirîn û derve hatiye, wekî kêmbûna derfetên madî yên pêwîst ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji gel re bi awayê tê xwestin. El Mihbaş anî ziman ku astengiyên ewlehiyê û hewldanên têkbirina istiqrara li herêmê, ji ber hebûna şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê û yên girêdayî ajandayên din û got: “Hejmarên mezin ên koçberên li kampan û deverên din û pêdiviyên wan ên mirovî ku ji ber dagirkeriyê û ji herêmên din ên Sûriyeyê koç kirine.“

El Mihbaş wiha dewam kir: “Her wiha barên ku Rêveberiya Xweser ji ber hebûna bi hezaran girtiyên DAÎŞ`ê û malbatên wan li herêmên me, radike. Ligel nebûna rola civaka navneteweyî di vê barê de, bandorên neyînî yên belavbûna şewba koronayê, siyaseta ambargoyê, girtiyên dergehên mirovî wekî Dergehê Til Koçer ku aloziya mirovî kûrtir kir û koçber, penaber û xizan ji alîkariya mirovî bêpar hişt.”

El Mihbaş herwiha bal kişand ser qutkirina ava çemê Firatê û stasyona Elokê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyan ve û got, ev yek li dijî lihevkirin û peymanên mirovî û navneteweyî ye. Her wiha îşaret bi gef û destdirêjiyên dewleta Tirk ên dodmar li dijî herêmên Rêveberiya Xweser kir, nexasim êrîşên vê dawiyê, êrîşên hewayî yên bi balafirên bêmirov û hedefgirina endam û rayedarên Rêveberiya Xweser û desteka kêm a ku civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî pêşkêş dikin.

El Mihbaş tekez kir ku tevî van astengiyan jî, lê biryardarî û îsrara wan a xizmetkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

El Mihbaş wiha axaftina xwe domand: “Di vê derbarê de, gelek qanûnên taybet bi karê rêveberiyê, aborî û darayî hatin amadekirin. 31 qanûn ji aliyê Meclîs Zagonsaz ve hatin amadekirin û erêkirin. Her wiha gelek biryar, biryarname û zebtên îdarî ku qanûnan temam dikin, hatin amadekirin û rêzeqanûn jî tên amadekirin.

Niha li ser temamkirina hevpeymana civakî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat tê kiirn,  da ku mafên hemû pêkhateyan, tevlêbûyîna aktîv di saziyên rêveberiyê de bê misogerkirin, piştre hilbijartin bên kirin da ku gel bi awayekî dirust nûnerên xwe di rêveberiyê de hilbijêre.”

PROJE Û PLANSAZÎ

El Mihbaş bal kişand ser planên ji bo siberojê jî û got: “Em li gorî nêrîneke plankirî ya desteya darayî planan datînin, bi hevkariya hemû aliyên peywendîdar re, da ku hawirdeyan zêde bikin û lêçûna giştî bi awayekî rast xerc bikin. Pê re em ê karibin budçeya veberhênan ji bo pêkanîna hejmareke mezin ji projeyan bi kar bînin, wekî projeyên tenduristî, ximzetguzarî, perwerdehî, aborî û çandinî. Proje wê li gorî planeke sîstematîk, bên pêkanîn da ku ewlehî, istqrara û pêşketina mayînde li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bê.”

BANGAWAZIYÊN DIYALOGÊ

El Mihbaş destnîşan kir ku ji berê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyalogê û danûstandina Sûriyeyiyan wekî bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê dibîne û wiha pê de çû: “Sûriye ya hemû Sûriyeyiyan e da ku em xeyalên wan pêk bînin, dive Sûriye dewleteke demokratîk, pirrengî, nenavendî be. Divê em hemû bi mêjiyekî nîştimanî bifikirin da ku xakên dagirkirî vegerînin bin serdestiya Sûriyeyê, ji Efrînê bigire û heta Idlib, Cerablus, Bab û Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê û vegera xwediyên wan misoger bikin.”

‘RÊVEBERIYA XWESER TU ROJAN NEBÛYE PROJEYEKE CUDAXWAZ’

El Mihbaş tekez kir ku Rêveberiya Xweser tu rojan nebûye projeyeke cudaxwaziyê, lê belê her projeyeke siyasî ya Sûriyeyî, nîştimanî û demokratîk a hemû Sûriyeyiyan bûye û wiha dewam kir: “Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yek e. Serdestiya Sûriyeyê li Başûr heta Bakur, ji Rojhilat û heta Rojava, ji bo me xeta sor e.”

Ebid Hamid El Mihbaş spasiya hemû hêzên ewlekariyê kir ku aramî û îstiqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin.

El Mihbaş her wiha hevrêyên xwe yên şehîd ên wekî Ferhad Dêrik, Riyad El Hefel, endezyar Mihemed Ehmed, Selwa El Seyd bi bîr anî û tekez kir ku ew ê rêwîtiya ku bi hev re dest pê kirine, bidomînin.

Şahiya pîrozkirina salvegera 4’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi axaftinan dewam dike. Tê payîn ku bi navê QSD, MSD û mêvanên beşdar jî biaxivin.