Cenazeyê şervanê HRE’yê Cesûr Efrîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Cesûr Efrîn yê di 4’ê Îlonê de şehîd bibû, li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ehmed Mihemed (Cesûr Efrîn) yê di 4’ê Îlonê de şehîd bibû, li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin. Girse li ber nexweşxaneya Avrînê ji bo wergirtina cenazeyê şehîd hatin ba hev. Şêniyan bi karwanekî wesayîtan ji ber nexweşxaneya li navçeya Fafînê ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ve bi rê ketin.

Li goristanê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û got: “Berxwedana şêniyên Efrîn û şêniyên Kantona Şehbayê rêya tekane ya têkbirina dagirkeran û rizgarkirina xaka me ye.”

Xedîce Îbo diyar kir ku berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker ji bo parastina xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê ye û got: “Armanca artêşa Tirk dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştre Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Planên dagirkeriya Tirk berfireh in û em jî li kêleka gerîla ne rê nadin wan ku planên xwe pêk bînin.”

Her wiha li ser navê Rêveberiya Meclîsa Kantona Şehbayê Ehmed Selame jî destnîşan kir ku berxwedana wan wê bidome heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahiya kantona Şehbayê rizgar dibin û soz da ku ew ê şopdarê rêya şehîdan bin.

Piştre nasnameya şehadeta şehîd ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Efrînê (KPC-D), Rûken Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.