Dagirkeran Zirgan û Til Temir bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Zirgan û Til Temir ên Kantona Hesekê bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Zirgan û Til Temir ên Kantona Hesekê bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet di 12.30’an de gundên Esediyê û Niwêhat a navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bombe kir. Derbarê êrîşê agahiyên zêdetir nehate bidestxistin.
Li gorî saeta herêmî saet di 11.30’an de jî gundê Şêx Elî ya li bakurê Til Temirê jî hate bombekirin.
Di destê sibehê e jî gundê Um Xêr ê li başûrê rojavayê Til Temirê hate bombekirin.