Çalakiya konvedanê ya ku Hêzên Parastina Civakî (HPC-J) bi koordîneya Kongreya Star di 12’ê Tebaxê de li ber navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya li Qamişloyê li dar xistiye, 30 roj in berdewam e.
Îro endamên HPC’ê yên Kobanê û navçeya Til Birakê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama HPC-Jin’ê Şeyma Ehmed axivî û got: “Em bang li nûnerê edalet û mafan; NY’ê dikin ku hêzên terorîst bi kîjan mafî me dikujin û hûn jî tu helwestê nîşan nadin.”
Şeyma Ehmed, soza dewamkirina li têkoşînê li hember dagirkeriyê û şopandina rêya şehîdan heta bi serkeftinê da.
Endamê HPC’ê yê Kobanê Xelîl Nasan jî axivî û got: “Em li vir in da ku dengê xwe bigihînin cîhanê ku em ê li ber xwe bidin. Me li ber xwe daye û heta vê kêliyê bi hezaran şehîd û birîndar dane. Divê dewletên herêmî helwesteke cidî li hember êrîşên bi ser herêmê de nîşan bidin.”
Nasan, wiha pê de çû: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî DAÎŞ’ê şer kir ku dinya û alem hesabê wê dikin. Gelê me, li hember hêza herî terorîst a li cîhanê li ber xwe da û hêj jî li ber xwe dide. Vî gelî gelek fedakarî kirine û hêj jî dike. Lê dîsa jî em dibêjin em aştîxwaz in.”
Xelîl Nasan di dawiyê de got: “Em ê piştgiriya hêzên leşkerî bikin û ta bi pêkanîna serkeftinê li têkoşînê û rêya şehîdan dewam bikin.”