Li Şehbayê 218 gund û bajarok hene. Temamiya van gund û bajarokan ên Kurdan e, lê belê bi demê re bi bicihbûna Ereban re bûn nîvî bi nîvî Kurd û Ereb. Piştî ku gelê Efrînê Adara 2018’an koçî Şehbayê bû, gelê Efrîn û Şehbayê di aliyê rêxistinê de herêma Şehbayê bi hev re bi rêve dibin. Efrîniyan li Şehbayê mîna Efrîneke nû ava kirine. Bi rêya meclîs û komunan pêwîstî bi rengekî komunal têne peydakirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rojan e herêma Şehba û navçeya Şêrewayê ku xwedî 5 wargehan e û bi deh hezaran koçber lê dijîn, bi rojan e bombebaran dike. Di encama bombebaranê de xelkê Efrîn û Şehbayê berdêlên pir giran dan. Her wiha di vê demê dawîn de dewleta Tirk a qirker, gefên nû li ser herêma Şehbayê dixwe. Di encamê de xelkê Efrîn û Şehayê biryar dan ku ji vir û şûn ve koçî tu cihên din nebin, bi hev re bi ruhê projeya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan dijminê xwe têk bibin, Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û wê dest bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bikin.
‘EM Ê TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE BILIND BIKIN’
Hevseroka Meclîsa navçeya Til Rifatê Leyla Hisên Bekir a ku xelkê Efrînê ye, anî ziman ku ji destpêka koçberiyê heta bi niha dewleta Tirk êrîş û bombebarana xwe, li ser herêmê kêm nekir her roj bi dron û obusan êrîşê me dike. Bekir da zanîn ku di encama êrîşan de gelek komkujî li ser gelê me pêk anîne û got: “Herî zêde jî zarok bûn qurbanê vê hovîtiyê. Lewma em weke xelkê Efrînê êdî bangî tu kesê nakin, em ê bi xwe asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em ê li ser esasê projeya neteweya demokratîk parastina xwe xurt bikin û gav bi paş de ne avêjin.”
‘EM Ê BI XWE HERÊMÊN XWE BIPARÊZIN’
Yek ji şêniyên navçeya Til Rifatê Endama Meclîsa Til Rifatê Ayşe Mihemed destnîşan kir ku hikûmeta Şamê û hêzên Rûsyayê tu rola wan di parastina herêmê de nîn e, tenê bi şekil hene û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê em baweriya xwe bi tu kesî naînin. Em ê bi xwe parastina xwe bikin û herêmên xwe biparêzin. Hemû gelê me dest bi kolandina tûnel û xendekan dikin ku li ber hovîtiya dewleta Tirk rabin. Ez, bang li gelê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dijîn dikim; li ber dewleta Tirk serî rakin.”
‘EM Ê VEGERIN EFRÎNÊ’
Herî dawî dayika bi nave Elîfe Omer a ji xelkê Efrînê anî ziman ku eger ew asta şoreşgeriya xwe xurt nekin wê têk biçin û got: “Dijmin her roj me ji xwe re dike hedef û dixwaze me qir bike. Ji ber wê çawa em hatin Şehbayê em ê vegerin Efrînê jî.”