Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku 15 roj in Operasyona Ewlekarî û Mirovî dimeşîne, daxuyaniyeke nû da.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku doh bi şev saet di 01:00 de hêzên wan û şervanên YPJ û QSD'ê li beşa 5'an a kampa Holê operasyoneke taybet li dar xistin.
Hate ragihandin ku di vê operasyonê de di navbera hêzên wan û çeteyan de ku hewl didan birevin, şer qewimî û hate gotin, "Di encama vî şerî de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl dida bireve, hate kuştin û di heman demê de 2 jê jin, 4 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin girtin.
Her wiha bi çeteyan re 2 çekên AK-47 û rextek jî hatine desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bîlançoya roja 15'an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê jî ev agahî parve kirin:
"Çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin, 8 çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin girtin. 2 rextên teqemeniyê, 3 çekên AK-47 û 10 jarjor, çekeke RPG-7 û roketên wê, 12 bombên destan, 25 guleyên demançeyan, jarjorên demançeyên Glog, amûra bêdengkirina çekan, komputer, çend telefon û xetên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin."