Fermandarê Koordînasyona Qonaxa Duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê li ser operasyona kampa Holê axivî.
Dilbirîn Kobanê destnîşan kir ku heta niha her kes xeteriya kampa Holê dişopîne û dibîne, lê heta niha kes xwe berpirsiyar nedîtiye û anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk dereng dest bi operasyonê kirin e.
Dilbîrîn Kobanê wiha got “Par bi Fermandariya şehîd Jiyan Tolhildan Qonaxa Yekemîn ya operasyona mirovî û ewlehiyê hatibû destpêkirin. Armanca despêkirina pêngava yekemîn ya operasyonê ji ber şaneyên DAÎŞ’ê xwebelavkirin û di herêmê çêkirina tevliheviyê bû. Di wê operasyonê de gelek encamên girîng hatin derxistin, hucreyên wan hatin eşkere kirin, her wiha dixwestin piştî ku di aliyê leşkerî de li Baxozê şikandinek jiyan kirin xwe careke din bi rêxistin bikin û kampa holê ji xwe bi kar bînin. Ji bo vê pêwîstî hate dîtin ku pêngavek were li darxistin, ew pêngav jî bi Fermandariya şehîd Jiyan Tolhildan pêk hatibû.”
‘JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK OPERASYON DERENG KET’
Dilbirîn Kobanê qala sedema lidarxistina qonaxa duyemîn û sedema dereng mayîna pêngavê kir û wiha got ''Sedema derengmayîna destpêkirina qonaxa duyemîn ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bû. Demek dirêj e ku kamp tê şopandin û xeteriya kampê mezintir bû ji ber ku ne tenê xwe bi rêxistin dikirin çalakiyên cur be cur pêk dianîn. Ji bo vê jî pêwîstî hate dîtin ku pêngava duyemîn ji were lidarxistin. Ji ber xeteriya vê kampê ne tenê li ser herêmê heye, li ser hemû cihanê bandoriyên xwe hene. Di kampê de perwerdeya zihniyeta DAÎŞ'ê bi awayên cur be cur dabûn despêkirin, ji ber vê jî pêwistiyek wiha hat dîtin ku erka mirovî were pêkanîn. Ji ber şoreşa Rojava şoreşeke mirovatiyê ye ji bo vê çi xeterî hebe em xwe berpirsyar dibînin.”
‘XETERIYA LI KAMPA HOLÊ LI SER HEMÛ CÎHANÊ YE’
Dilbirîn Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de qala encamên ku hatine girtin kir û wiha dewam kir ''Di vê operasyonê de hin kadroyên DAÎŞ'ê ên ku çalakiyan li darxistin û gel qetil dikirin û careke din şaneyên xwe kom dikirin, hatin girtin. Her wiha sedema sereke ji bo kampa holê ew bû ku konên vala bên rakirin, ji ber ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke cihê perwerde, êşkence û pêkanîna kiryaran bi kar dianî û kiribûn dadgeh û cihê lêpirsînê. Ji bo vê jî ev konên vala ji nav kampê tên rakirin da ku plana wan bin bikeve. Ya din jî di hundirê Kampê de tunelên dirêj û sitargehên bin erd çêkirine da ku tê de cebilxaneya xwe bidin veşartin û kesên ku qetil dikin an jî êşkence dikin di wan tunelan de didin veşartin. Ya sêyemîn tiştê herî xeter li ser vê cîhanê zarokên ku ji niha ve bi zihniyeta DAÎŞ'ê tên mezin kirine. Ev çend sal ev bar tenê li ser milê Rojava ye, lê divê hemû cîhan bizanibe ku ev xeterî li ser hemû cîhanê heye. Ji bo vê jî divê her kes erka xwe ya ji bo lewazkirina vê xeteriyê pêk bîne. Her kes xeteriya vê kampê dişopîne û dibîne lê, heta niha kes xwe berpirsyar nedîtiye. Ev bar û erka her kesê ye, divê her kes bi erka xwe rabe. Ya din jî yên ku heta niha DAÎŞ'ê xurttir û zêdetir dike, dewleta Tirk e. Ji ber bi êrîşên dewleta Tirk komkujiyên li ser herêmê zêdetir bûn û operasyon dereng ket. Ji ber şaneyên DAÎŞ'ê ne tenê di kampa Holê de xwe bi rêxistin kirine, li herêmê jî xwe bi rêxistin dikin û gelek caran çalakiyên xwe pêş dixin.
Kiryarên ku di nav kampê de tên kirin hemû bi belge ne û bi raya giştî re tên ragihandin. Ji bo vê careke din dibêjin, divê herkes erka xwe ya mirovî pêk bîne, ji ber ev xeterî ne tenê ji bo Rojava ye ji bo her kesî ye.Ya duyemîn jî DAÎŞ'ê di welatê xwe de qebûl nakin, her wiha gel jî li hember vê yekê xwe berpirsyar dibîne û li hemberî vê têkoşînê dike. Lewma divê hemû gelên cîhanê weke gelê Rojava xwe berpirsyar bibîne. “
yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen jî diyar kir ku piştî xeteriya şaneyên DAÎŞ’ê mezin bû û hejmara gihişt nêzî 44 kesan û 14 ji wan jin û 2 zarok bûn. Her wiha êşkence jî dihate kirin û ji ber êrîşên dewleta Tirk ên ku rojane dibier ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê hî operasyon dereng ketiye.
El Hesen di axaftina xwe de anî ziman ku li kampa holê ku tê de 55 hezar kes heye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina kampê kedeke mezin dan û ragihand ku gelek caran jî banga civaka navnetewî kirine da ku çareseriyekê ji vê kampê re were dîtin û barê li ser milê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundurîn Siviktir bibe.”
Niştecihên ku di kampa Holê de jiyan dikin jî dan xuyakirin ku ji ber şanayên razayî ên di hundirê kampê de tirsekê jiyan dikin, her wiha diyar kirin ku divê herdem operasyonên bi vî rengî werin çêkirin da ku ewlehî di nav kampê de were pêkanîn.
Destpêkê Necah Zên Mihemed ya ji Iraqê derbarê operasyona li kampê bi lêv kir ku lidarxistina operasyonê baş e da ku ev şaneyên razayî ji nav wan derkevin û destnîşan kir ku bûyerên di nav kampê de dibînin ji lê, tirsa wan şaneyan nikarin li ser wan dengê xwe bikin. Necah îşaret bi vê yekê kir ku di kampê de kuştin tên kirin, ji bo vê jî ger dengê xwe bikin wê zirar bigihêje wan.
JI BER TIRSÊ NIKARIN DERKEVIN JI DERVE
Eyûb Necim Ebdullah ya ji Til Efarê ya Îraqê got ku di hundirê kampê de ewlehiya wan tuneye û anî ziman ku ger şaneyên razayî ji kampê derkevin wê rewş baştir bibe. Ebdullah bi lêv kir ku ew carna êvarê ji ber tirsê heta nîvê şevê şiyar dimînin.
Heya Hisên ku 4 sal in ji Iraqê derbasî kampa Holê bûye diyar kir ku pêwîstiya wan bi ewlehiyê heye da ku di nava kampê de bi awayek ewle jiyan bikin.
Suheyla Humeyd Ebdullah jî ku ev 4 sal di kampa Holê de jiyan dike eşkere kir ku di vê kampê de bi tirs jiyan dikin û wiha dewam kir “Ji ber zilma ku DAÎŞ’ê li kampê pêk tîne em di nava tirsekê de ne. Ji ber ku ewqas kuştin û serjêkirin di kampê de tên kirin, dema em sibê ji xew şiyar dibin em bawer nakin ku hîn jiyan dikin. Dema êvarê yek ji malbatê nexweş be ji tirsa nikarin ji konê xwe derkevin. Ji ber ger yek li derveyî kon me bibîne û bê sedem em werin kuştin, kes nikare dengê xwe li ser van kiryaran bike. Lewma pêwîst e ku ewlehî di nav kampê de çêbibe da ku em bikaribin jiyana xwe bi ewlehî bidomînin.”