Şehba û Til Temir hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Şehba û Til Temirê bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Şehba û Til Temirê bombe kir.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet di 12.30’an de gundên Til Tenan, Micêrbê, Dirdara, Til Tewil û Til Cuma yên Til Temirê û îstasyona elektrîkê ya li navçeyê bombe kiriye. Derbarê êrîşê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirk a dagirker di heman demê de gundê Um Hoş ê Kantona Şehbayê jî bombe kir.