Li Holê di 48 saetên dawîn de 23 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê ji bo ku gefa DAÎŞ’ê bi dawî bikin operasyonek dabûn destpêkirin. Di rojên 11 û 12’emîn ên operasyonê de 23 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya rojên 11 û 12'an ji qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn “Di xebatên lêgerîn û teftîşê yên rojên 11 û 12’emîn ên qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, 23 endamên DAIŞ'ê hatin girtin, 6 ji wan jin bûn. Di heman demê de 7 çal hatin dîtin û 8 cihên ku şaneyên DAIŞ'ê ji bo perwerde û êşkenceyê bi kar dianîn jî hatin rakirin.

 Her wiha 4 bombeyên destan, 388 fîşek, 3 jarjûrên çeka Kaleşnîkov, 4 çenteyên leşkerî, gelek xetên peywendiyê û kartên wekî harddîskan û laptopek ên ku di binê erdê de bûn, hatin desteserkirin.