Şeniyên Kobanê li dijî ‘dagirkerî û xiyanetê’ meşiyan

Şeniyên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Herêma Firatê xwepêşandanek li dar xist.

Meş ji Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê dest pê kir, heta bi Qada Şehîd Egîd ve berdewam kir û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê “konê şermezarkirinê” veda.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Hebûn Mihemed axivî û kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî girtiyên Kurd û hevkariya PDK`ê ji komkujiyên li dijî wan pêk tê şermezar kir. Hebûn bi bîr xist ku sûcê herî dawî beriya 2 rojan li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê bû ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn.

Hebûn destnîşan kir ku PDK careke din kîna xwe ya li hember gelê Kurd eşkere dike û li çiyayên Kurdistanê xiyanetê li gerîla dike. Hebûn anî ziman ku ev kiryar ji wan re ne tiştekî xerîb e, ji ber ku ji dema hatiye avakirin ve, ev siyaseta PDK’ê ye.

Hebûn bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li dijî kiryarên dewleta Tirk li hember girtiyên Kurd pêk tîne şermezar kir û got: "Gelê me van kiryaran qebûl nake û xwepêşandana îro ji bo redkirina van kiryarên dermirovî ye."

Xwepêşandêr piştre tev li çalakiya konvedanê bûn.