Dewleta Tirk a dagirker îstasyona elektrîkê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê îstasyona elektrîkê bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê îstasyona elektrîkê bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker a salan e bi awayekî sîstematîk binesaziyên sivîl dike hedef, îcar îstasyona elektrîkê ya Til Temirê bombe kir. Îstasyona ji ber bombekirinê bûye ku naxebite.
Ji roja dewleta Tirk Kantona Serêkaniyê dagir kiriye heta bi niha îstasyona elektrîkê herî kêm bûye 20 car ku nayê bikaranîn.
Dewleta Tirk, nava rojê cihên bejahî yên ên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê, gundên Asûr ên Til Şenan û El Ebûş ên li bakur û gundên Micêbirê û Derdaran dan ber bombeyan.
Di êrîşan de bi hevwextî gundê Til Tewîl û Til Cûma yên li rojavayê navçeyê jî hedef hatin girtin.