Li Kantona Hesekê êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin

Li Kantona Hesekê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê bi xwepêşandan û çalakiyan hate protestokirin.

Nîştecihên Kantona Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewlata Tirk û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daketin qadan û çalakî lidarxistin. Di serî de nîştecihên Hesekê, Dirbêsiyê, Hol û Şedadê tev li xwepêşandan û çalakiyan bûn. Xwepêşandan bi banga Meclîsa Malbatê Şehîdan û tevlêbûna şêniyên kantonê, rûspiyên Ereb û Kurd, partî û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê xwepêşandan ji çerxerêya Sînalko dest pê kir û li çerxerêya Hemame (Kevok) rawestiye û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Kongra Star Dehle Ehmed û endamê Meclîsa Bajarê Hesekê Ferhan Etiye axivîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tevlêbûna PDK`ê di êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, her wiha bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Her wiha bang li PDK`ê kirin ku li xwe vegere û bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku hewl dide bi rêya wê armancên xwe pêk bîne.

Axaftvanan soza berdewamkrina têkoşînê li hember terorê û dagirekriya Tirk da ku hewl dide axa herêmê dagir bike û siyaseta Tirkkirinê li ser bimeşîne.

ŞEDADÊ

Li Şehdadê bi heman mebestî, xwepêşandan li dar ket. Xwepêşandan li ber navenda ciwanan a li taxa başûr rawestiya û veguherî mitingê. Di vê çalakiyê de endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma başûr, Ewad El Hemed axivî û got: “Komploya di navbera PDK û dewleta Tirk de li ser gelên herêmê berdewam e. Êdî ev yek di hedefgirtina domdar a herêmê û şehîdxistina gelek kesayetan de diyar bû.”

El Hemed got êrîşa dawî li ser Hêzên Parastina Gel (HPG) û dîlgirtina birîndarên êrîşê ji aiyê PDK`ê ve li ser vê hevkariyê delîl e.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec axivî û helwestên hêzên navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Kurdistanê şermezar kirin û bang li wan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û rê li pêşiya dewleta Tirk û pêkanîna sûcên din li dijî herêmê bigirin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran, teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk û derxistina wê ji Sûriyê kir.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê şêniyan ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi çalakiya xwe kir û li qada Azadî mitingek li dar xist.

Di mitingê de hevserokê Nivîsgeha PYD`ê şaxê Dibêsiyê Mihemed El Xelef axivî û berxwedana dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: “Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê destpêka binkeftina dagirkeriya Tirk e. Divê PDK`ê sembolên pîroz ên Kurdan neke xizmeta dijminan.”

El Xelef anî ziman ku gelên Kurdistanê êdî rastiyê nas dikin û got: “Em bi navê partiya xwe û gelê xwe soz didin ku hesabê ji xayînan bixwazin mîna QSD`ê di Operasyona Sondê de kiriye.” El Xelef diyar kir ku gelên herêmê dê bi rêya pêkanîna rêgezên Şerê Gel ê Şoreşgerî, xiyanet û dagirkeriyê tune bike û dê şoreşa xwe bi ser bixe.

HOL

Li Holê jî di heman çarçoveyê de, şêniyan li pêşiya Navenda Meclîsa Navçeya Holê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de Hevserokê Nivîsgeha PYD`ê şaxê navçeyê Emar Musa axivî û got: “PDK`ê di destê dagirekriya Tirk de û ji bo pêkanîna armancên wê, bûye amûr ku hewl dide pê vîna gelên Kurdistanê li Başûr bişikîne. Divê civat û hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan helwesteke cidî nîşan bidin û hesabê ji dewleta Tirk bixwazin, her wiha qada hewayî ya herêmê bigirin da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.“

Endama Kongra Star Sacde Selman jî axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Gelên herêmê dê berxwedanê li rex QSD û Rêveberiya Xweser berdewam bikin ta ku hemû herêmên dagirkirî rizgar dibin.”