Li Holê di nava 24 saetên dawî de 25 DAÎŞ'iyên din hatin girtin

Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku di roja 13'an a operasyona li Kampa Holê de 25 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî roja 13'an  Pêngava Mirovî û Ewlekariyê daxuyaniyek da û ragihand ku endamên hucreyên nû yên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di roja 13'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlekariyê de, di encama operasyona lêgerîn û paqijkirinê de 25 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku 9 ji wan jin bûn. Her wiha 7 konên ku DAÎŞ'ê ji bo perwerde û êşkenceyê bi kar dianî, hatin rakirin.

Wekî din şarjorên 4 kalaşnîkovan, 4 çeteyên leşkerî û harddîsk ên li binê erdê hatibûn veşartin, hatin desteserkirin."