'Em ê li ber xwe bidin û dijmin têk bibin'
Hevserokên Meclîsa Kantona Şehbayê Werdê Şêxo û Cûma Kalo destnîşan kirin ku li dijî her cûre êrişan ew ê li ber xwe bidin, serketinên mezin bi dest bixin û dijmin têk bibin.
Hevserokên Meclîsa Kantona Şehbayê Werdê Şêxo û Cûma Kalo destnîşan kirin ku li dijî her cûre êrişan ew ê li ber xwe bidin, serketinên mezin bi dest bixin û dijmin têk bibin.
Şehba di sala 2016’an de bi berxwedanek bê hempa a şervanên QSD, YPJ û YPG’ê, ji destê çeteyên El-Nûrsa û DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Nîştecihên Şehbayê, piştî ku herêm sala 2016’an hate rizgarkirin, di 7’ê Tebxa 2017’an de Kantona Şehbayê ragihandin û gav bi gav sîstema xwe ava kirin.
Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Cuma Kalo anî ziman ku bi destpêka aloziyên li Şehbayê re xelkê herêmê xwe bi rêxistin kir û got: “Her gundek herêmê bi awayek xweser di aliyê parastinê de xwe birêxistin kir. Lê ji ber ku Şehba weke erdnîgarî nêzî sînorê dewleta Tirk e, bi rêya îstîxbaratê, wan xwest di demê de mudaxeleyî herêmê bikin. Em di wê ferqê de bûn û ji ber vê yekê me xwe birêxistin kir. Me meclîsa Babê ya ji 300 endaman pêk tê, ava kir. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe destwerdana herêmê kir û vê meclîsê zêde li ber xwe neda.”
‘GEL SÎSTEMA XWE GAV BI GAV BI PÊŞ XIST’
Kalo da zanîn piştî ku herêma Şehbayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, li herêmê koçberiyên mezin çêbûn û wiha pê de çû: “Ji bo yekitiya civakê xirab bikin, xwestin li herêmê di nava civakê de fintneyê çêbikin. Gelek komkujî bi serê xelkê herêmê de anîn. Ji ber vê yekê xelkê herêmê berê xwe dan herêmên weke Efrînê yên bi ewle. Li Efrînê xelkê Şehbayê ji nû ve meclîsa xwe ava kir û amadekiriyên rizgariya herêmên xwe kirin. Dema ku herêm hate rizgarkirin, meclîsê rolek mezin di aliyê rêxistin kirina xelkê herêmê de lîst. Piştî herêm hate rizgarkirin, komun û meclîs hatin avakirin û piştre Kantona Şehbayê hate îlankirin. Li ser vê bingehê Kantona Şehba bû 4 navçe û gel sîstema xwe gav bi gav pêşxist.”
Kalo diyar kir ku bi modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê li ber xwe bidin û serkeftinên mezin bidest bixin û dijmin têk bibin.
‘BI ŞOREŞÊ RE ME XWE BAŞTIR NAS KIR’
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Werdê Şêxo jî axivî û got: “Jinên herêmê, piştî pêkanînên rejîma Baasê di tarîtiya faşîzma DAÎŞ’ê man. Bi DAÎŞ’ê re jiyan li jinan herimî. Jin neçar man li hundirê malê asê bimînin. Ji tirsa jin nikarîbûn ji mala xwe derkevin. Bi her şêweyî zilm dihate kirin. Piştî ku herêm ji DAÎŞ’ê rizgar bûn, ji nû ve ruh bi jinan ve hat. Jin bûn xwedî hêza xwe. Jinan cihê xwe li her qada jiyanê girt. Bi taybetî di nava komun, meclîs û saziyên din de cih girtin. Bi şoreşê re me xwe baştir nas kir û fêhm kir bê azadî çi ye.”
Şêx anî ziman ku beriya şoreşê zextên giran li jinan dihatin kirin û wiha got: “Bi şoreşê re ev zehmetî piranî di paş de man. Lê ji bo destkeftî û azadiya xwe dive em hin bêhtir bixebitin û tev li şoreşê bibin. Em ê bi şoreşê bi ser bikevin û jinê azad bikin.”