ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kantona Firatê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên Kantona Firatê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşeke dirêj kirin. Meş wê sê rojan dewam bike. -
Li Kobanê cenazeyê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şêniyên Kantona Firatê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî spartin axê û Çîçek Kobanê jî bi bîr anîn. Di merasîmê de soza tolhildanê hat dayîn. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Cabir El Ebo di qezeyeke trafîkê de şehîd bûye. -
'Dixwazin gundên me vala bikin, lê em dest ji warê xwe bernadin'
Êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmên Şehba û Şêrewa bi rojane berdewam dike. Ji şêniyên herêmê Mihemet Gênco yê 70 salî diyar kir ku ew ê herêmê neterikînin û li kêleka şervanên xwe wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Li Şêrawayê di êrişa dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li gundekî Şêrawayê barand. Di encamê de leşkerekî Şamê û şêniyekî ji herêmê jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê 4 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên ku di êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bibûn, li Tebqayê hatin veşartin. -
'Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin'
Di forûma ku li Qamişlo li dijî Komploya Navneteweyî hat lidarxistin, peyama “Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin” hate dayîn. -
4 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Şervanên QSD’ê Udey El Îbrahîm, Essaf El Hesîno, Miwefeq Xiêf û Silêman Silêman bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd eşkere kir
QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku di 10-11’ê Sibatê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Waîl Remedan Mehmûd hate veşartin. -
Li Dêrik û Kobanê komplo hate şermezekirin
Komploya 15’ê sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dêrik û Kobanê yên Rojava hate şermezarkirin. -
Meşa li dijî êrîşa li hemberî Gaziyan: Dewleta Tirk DAÎŞ'ê diparêze
Li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Federasyona Gaziyan a li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate gotin, "Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê asteng bike." -
HRE: 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên bersivdanê de yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, herî kêm 3 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê jinûve rake ser piyan
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk got, "Êrîşa dewleta Tirka li ser birîndar û gaziyan peyameke eşkere ya ji bo DAÎŞ û hevkarên xwe ye. Di heman demê de nîşaneyeke wê yekê ye ku Tirkiye dixwaze DAÎŞ'ê jinûve rake ser piyan." -
‘Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’
Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman, diyar kir ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hêj bêhtir têkoşîn mezintir bibe û got, “Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.” -
Êrîşa bêexlaqî ya li dijî gaziyên şer hate şermezarkirin
Êrîşa bêexlaqî ya dewleta Tirk a li dijî gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate şermezarkirin. -
Guherîn û veguherîna Reqayê cihê hêviyê ye
Reqayê xwe ji bandora hilweşîner a şer û dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kir û ji bo jinûve geşbûnê gav avêt. Guherîn û veguherîna li bajêr cihê hêviyê ye. -
QSD’ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê ya li bejahiya Dêrezorê de û şervanekî li Minbicê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê jinek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê jina bi navê Rula Hemdo a 38 salî revand. -
Li Qamişloyê bombe li malekê hate barandin
Li navenda Qamişloyê bombe li malekê hate barandin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê hin mirov birîndar bûne. -
Şehîdê Hêzên Xweparastinê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Yasir El hemade bi merasîmekê hate veşartin. -
Ferîde Îbo: Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Endama Koordînasyona Kongra Star Ferîde Îbo, diyar kir ku li dijî komploya navneteweyî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye felsefeyek gerdûnî û got, “Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.” -
‘Divê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin yek’
Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û got ku pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan çareser bibe. -
Li Mariyê çeteyek hat kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiya sûîqastê ya li Mariyê de çeteyek hat kuştin. -
Xelkê Efrînê: Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Şêniyên Efrînê ku 6 sal in li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku wê bi her awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin: “Rizgarkirina Efrînê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”