Li Ezazê 2 Êzidî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî li Ezazê û gundê Sêczar ên dagirkirî revandin.

Duh çeteyên "Polîsên Leşkerî" ciwanên bi navê Mihemed Ehmed Tirkî Derbalê yê ji bajarê Ezazê û Elî Zekûr El Hebdî yê ji gundê Sêczar ê Ezazê ya dagirkirî, revandin.

Malbata Mihemed Derbalê hewl da agahiyan ji kurê xwe bigire lê çeteyan got ew ne li ba wan e, tevî ku dîmenên destgîrkirina wî û birina wî ji bo navenda çeteyan a li bajarê Ezazê hene.

Her wiha duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemwextî serdana berpirsên ENKS’ê ji bo Efrînê, 3 welatî ji gundewarên Efrînê revandin.

Li deverên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, bûyerên kuştin, revandin, talankirin û diziyê zêde dibin.