BI DÎMEN

‘Divê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin yek’

Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek û got ku pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan çareser bibe.

Di sala 2023’yan de 110 serlêdanên parêzeran û 29 serlêdanên malbatê, bi giştî 169 serdan li Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê û Serdozgeriya Komara Bûrsayê hatin kirin, lê hemû jî bêbersiv man.

Endama “Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriye ya Ocalan Biparêze” parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivî.

Aynûr Paşa diyar kir ku ew meha Sibatê weke rojeke reş dinirxînin û got: “Hat xwestin ku hêviya gelên Kurd û Rojhilata Navîn bê tunekirin. Di vê mehê de Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Komployeke navneteweyî pêk hat. Em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin û şermezar dikin. Ji ber ku Abdullah Ocalan bi şexsî nehat hedefgirtin. Ev komployek bû ku li dijî hêviyên gelan pêk hat.”

JI MAFÊN XWE BÊPAR TÊ HIŞTIN

Aynûr Paşa ragihand ku nêzî 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Ji sala 2021’an û vir ve destûra hevdîtina bi malbat û parêzeran ji Rêber Ocalan re nayê dayîn. Ji bo her mirovek girtî bi peymanên navneteweyî sala 1955’an biryar hatine dayîn. Ev biryar ji bo parastina mafên girtî ne. Dîsa mafê her girtiyekî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê dema mirov sîstema Îmraliyê ya heyî dinirxîne, ev yek ji bo Abdullah Ocalan nederbasdar hatiye kirin.”

SÎSTEMA DEWLETA ÊŞKENCEKAR DIVÊ BÊ DARIZANDIN

Aynûr diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya dawî de bi taybetî piştî erdhejên li Herêma Ege û Marmarayê çêbûne, agahiyek ji Abdullah Ocalan û girtiyên pê re nehat wergirtin. Ev rewş di aliyê hiqûqî de tê wateya binpêkirina mafên girtiyan. Tirkiye dewletek e ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye ye. Tevî serlêdanên parêzeran jî ti bersiv nayê dayîn, tê gotin ku cezayê disîplînê heye. Gelo ev cezayê disiplînê çiye? Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtî zirarê bide girtiyên li cem xwe, cezayê disîplînê tê dayîn û ev ceza ji 15 rojan derbas nake. Girtîgeha Îmraliyê ji sîstemeke hucreya yekkesî pêk tê. Li gorî qanûnên navneteweyî eger girtiyek di hucreya yekkesî de bê girtin, ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku parêzer îtîrazê vê rewşê dikin jî, bersiveke erênî nayê dayîn. Êşkence sûc e, yê ku êşkenceyê pêk tîne li gorî qanûnên dewletan divê bê darizandin.”

MAFÊ HÊVIYÊ NAYÊ DAYÎN

Aynûr Paşa ragihand ku cezayê muebedê yê girankirî ne li gorî mafên mirovan e û got: “Her dewletek cezayê muebedê yê girtîgehê li gorî qanûnên xwe pêk tîne. Mînak li gorî Sûriyeyê rewşa girtiyekî ku 25 salên wî/ê temam bûye, berçav tê derbaskirin. Tirkiye jî endamê Peymana Mafên Mırovan a Ewropa ye. Ev endamtî jî tê wê wateyê ku divê li gorî biryarên AÎHM’ê tev bigere. Divê Birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire ku temenê wî ji 74’ê zêdetir e û 25 sal in li girtîgehê tê ragirtin. Tecrîdê dirêjtir dikin. Niha şert û mercên girtîgehê jî nayê zanîn.”

CPT WEZÎFEYA XWE PÊK NAYÎNE

Parêzer Aynûr Paşa diyar kir ku divê welatên Ewropayê serdana îltîcayê ya Abdullah Ocalan qebûl kiriban û ev tişt got: “Raporên ku CPT nivîsandine, ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên eşkerekirin. Ti zexteke CPT’ê ya têkildarî vê yekê nayê dîtin. Heta niha divê CPT daxuyaniyek daba, lê dengê xwe jî dernaxîne.”

HÊZA ÇARESERIYÊ PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN E

Aynûr Paşa anî ziman ku Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji gelê Kurd re wê bibe hêzeke mezin. Pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn wê bi paradîgmaya Birêz Ocalan pêk were.”